​​​​​​​Suryaniyên Dirbêsiyê: Erdogan mafên her kesî binpê dike

Suryaniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku ew li dijî kiryarên dewleta Tirk a dagirker in, ji ber ku êrişî hemû pêkhateyên herêmê dike.

​​​​​​​Suryaniyên Dirbêsiyê: Erdogan mafên her kesî binpê dike
27 kanûn, 2021   08:12
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Demên dawîn êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûne, nexasim li ser navçeyên Til Temir û Zirganê yên kantona Hesekê û kantona Kobanê.

Têkildarî mijarê suryaniyên navçeya Dirbêsiyê bombebarana dewleta Tirk ji gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şermezar kir û siyasetên Erdogan wekî dijbertiya mirovahiyê û demokrasiyê bi nav kir.

/ar/uploads/files/2021/12/26/213025_-manshyt-mfyd-kwkys.webp

Mûfîd Gorgîs diyar kir ku êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nexasim herêmên li hemberî xetên şer ne nû ne û wiha dewam kir: "Em fêrî hovîtiya Tirkiyê û ezezîtiya wê ya li hemberî gelê herêmê, bûne."

Gorgîs da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker dûrî mirovahiyê ye û ev lê zêde kir: "Însaniyet, demokrasî û şaristanî li cem Tirkiyê tune ye, her wiha netewe û ola mirov çi be jî ew kesên din qebûl nake."

Gorgîs bi domdarî got: "Li herêmê em li ser bingeha rihekî hevpar dijîn û Tirkiyê tûranî jiyana hevbeş red dike, lê netewe ji beriya zayîna Mesîh ve heye, gel bi hev re dijiyan."

Mûfîd Gorgîs bang li gelê Tirk kir ku bersiva siyasetên Erdogan bide û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em behsa gelê Tirk nakin ji ber ku ew gelekî heval û cîran e."

Yaqûb Derê destnîşan kir ku siyaseta Erdogan derexlaqî û mirovî ye û li hemberî gelê din bi kîn e, ji lew re erdên wan dagir dike û fikirê xwe yê tundraw bi navê "îslamiyetê" dide meşandin.

Yaqûb Derê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker siyasetên dijbertiya mirovahiyê, dide meşandin û ev li gotina xwe zêde kir: "Tirkiyê dixwaze serdema Osmaniyan dubare bike û fikirê tundraw belav bike, isbata vê yekê dêra Ayasofya ya dîrokî û kevnar kir mizgeft, gelo ev kiryar û siyasetên mirovî ne?"

Derê îşaret pê kir ku Erdogan mafên Suryan, Kurd û Ereban binpê dike û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em bi dil û can li dijî dagirkeriya Tirk in."

 (eh)

ANHA