​​​​​​​‘Gurbûna êrişên dewleta Tirk piştî civîna Astanayê hewldanên aliyên beşdar eşkere dike’

Welatiyan da zanîn ku gurbûna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî civîna Astanayê ya 17’an hewldanên hêzên navneteweyî û herêmî di kûrkirina krîza Sûriyê û têkbirina projeya demokratîk de eşkere dike.

​​​​​​​‘Gurbûna êrişên dewleta Tirk piştî civîna Astanayê hewldanên aliyên beşdar eşkere dike’
27 kanûn, 2021   08:09
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Şeva şemiyê, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker maleke li Taxa Şehîd Peyman a li rojhilatê Kobanê bombebaran kir, di encamê de 5 welatî şehîd bûn û 7 birîndar bûn.

Piştî gera 17’an a civînên Astanayê ku di 21 û 22’yê vê Kanûnê de bi beşdariya dewleta Tirk, Rûsya û Îranê de pêk hatiye û bi rasthatina civînê re dewleta Tirk a dagirker navçeyên Zirgan û Til Temirê yên girêdayî Hesekê hedef girtin û şeva şemiyê jî Kobanê armanc kir.

Welatiyên herêmê da zanîn ev êriş berdewama sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û dikevin xizmeta armanc û berjewendiyên navneteweyî û herêmî. Her wiha welatiyan nirxand ku êrişa duh di encamêa lihevkirinên civîna Astana 17’an de pêk hat.

Girêdayî vê yekê welatiya bi navê Necah Qasim wiha got: "Artêşa Tirk a dagirker di êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam e û li pêş çavên cîhanê, di serî de dewletên garantorê agirbestê mîna Rûsya û DYA’yê sûcên rojane pêk tînin."

Necah Qasim bang li dewletên garantor kir ku ji bêdengiya xwe derkevin, li gorî mîsaw û qanûnên navneteweyî tev bigerin, aliyên van peymanan bin pê dikin muhasebe bikin û herêmên li hember sûc û komkujiyan biparêzin.

Li aliyekî din jî welatiyê bi navê Azad Hec Mihemed ê ji Hesekê wiha got: "Li ser paşxaneya civînên Astanayê yên dawîn ev êrişên dagirkeriya tirk û bilindkirina asta wê û hedefgirtina herêmê bi balafirên xwe yên bêmirov pêk hatin, da ku krîza Sûriyê kûrtir û dirêj bikin û projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin."

Mihemed wiha domand: "Hin dewlet hene navên garantorê agirbestê li xwe kirine, ka ew dewlet li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bênavbar ên li dijî herêmê li ku ne?Ev yek hewldanên hevbeş ên wan aliyên herêmê hedef digirin eşkere dikin. Ji ber aliyên garantor piştgiriya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dikin."

Di dawiyê de welatiyê bi nave Nesredîn Osman bêdengiya dewletên "garantor" li herêmê têkildarî sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û wiha got: "Dewletên cîhanê deyndarê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, ji ber wî ji ber wan ve şerê DAIŞ’ê kir. berxwedana gelê herêmê li hember van êrişan berdewam e."

(fr)

ANHA