Rêveberên saziyên Helebê piştgirî da berxwedana girtiyan

Rêveber saziyên Helebê diyar kir ku bi siyaseta qetilkirinê ya di girtîgehên Tirkiyê de hewl didin gel lawaz bikin û îdia bikin ku berxwedana li girtîgehan têk çûye, lê dizanin ku girtî hêza xwe ji hevrêyên xwe digirin.

Rêveberên saziyên Helebê piştgirî da berxwedana girtiyan
27 kanûn, 2021   07:43
HELEB-SOZDAR WEQAS

Desthilata Tirk a faşîst li bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê girtina endamên HPD`ê, çalakgerên hiqûqnas û siyasetmedaran zêde kiriye.

Di serdema AKP`ê ya bi serkêşiya Erdogan de, di girtîgehên Tirkiyê de sûcên hovane pêk tên ku di hefteyekê de 7 girtiyên siyasetmedar şehîd bûn.

Endama Rêveberiya Navenda Komîna Şehîd Şîlan a Taxa Şêxmeqsûd a Helebê Gulistan Şêxo têkildarî îdiayên dewleta Tirk ên “girtî xwe dikujin" axivî û got: " Dîroka Tirkiyê û kiryarên li dijî endam û girtiyên rêxistinên Kurdan ji berê ve tên naskirin ku tundiyê li dijî wan pêk tîne û îşkenceya derûnî û bedenî di hundirê girtîgehên wan de dide meşandin û wan di yek hucreyê de bi cih dike, nexasim girtîgeha tîpa F ku bi nebaşiyê tên naskrin û rê nade parêzer û malbatên wan serdanê bikin û wan derman nakin."

Gulistan Şêxo bi domdarî got: "Tirkiye xwe wek dewleteke demokrat nîşan dide, lê di rastiyê de berovajî vê yekê hemû awayên tundiyê li dijî gel û girtiyan pêk tîne û gelek ji wan şehîd dibin."

Gulistan Şêxo bang li rêxistinên mirovî û CPT’yê kir ku li hemberî siyaseta Erdogan bi erka xwe rabin û bang li jin, dayik û gel kir ku li dijî hemû siyasetên çewisandinê yên li dijî girtiyên siyasî bisekinin.

Gulistan Şêxo ev pirs kir: "Gelo çima dewleta Tirk bi taybet êrişî jinan dike? Helbet ji ber ku di vê serdemê de û beriya wê bi salan zêdetir bi welatê xwe ve girêdayî bû û îro gihaşt astên pêşketî û hişmendiya baviksalar guherand."

Endama Rêveberiya Meclisa Jinan a Sûriyê Heyva Hesen jî axivî û got: "Dîroka dewleta Tirk li ser bingeha zilm û kiryarên hovane yên li dijî Kurd û jinan hatiye avakirin, gelo çima jin? Ji ber ku nûnertiya civakê dikin û banga azadiyê dikin.”

Heyva Hesen ev lê zêde kir: "Di demên dawî de dewleta Tirk a faşîst serdegirtin û binçavkirina siyasetmedaran, endamên HDP`ê û şaredaran zêde kiriye û ceza li wan dibire. Heta hin girtî ji ber lêdanê gihaştin asta şehadetê û îdia kirin ku xwe kuştine, lê ev îdia ne nû ne da ku binketinên xwe veşêre."

Di dawiyê de endama Rêveberiya Meclisa Jinan a Sûriyê ya Helebê Heyva Hesen bang li rêxistinên mirovî û yên parastina mafên jinan kir ku dawiyê li siyaseta Erdogan bînin û yekitiya xwe ava bikin.

(eh)

ANHA