Kampanyaya ‘Bi Kurdî’ îşev dest pê dike

Rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanên ji Rojavayê Kurdistanê kampanyayeke bi navê “Bi Kurdî” ragihand.

Kampanyaya ‘Bi Kurdî’ îşev dest pê dike
27 kanûn, 2021   07:36
QAMIŞLO

Gelek rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanên ji Rojavayê Kurdistanê, dê bi navê “Bi Kurdî” kampanyayekê bidin destpêkirin. Pêngav ji bo ku sala 2022`yan bikin sala xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî, pêk tê.

Zimanhez bi vê kampanyayê dixwazin zimanê kurdî li hemû warên jiyanê de bêhtir cihê xwe bigire; yek jê jî bi zimanê kurdî weşandina belavok û biryarên Rêveberiya Xweser be.

Pêngav dê îro li ser medyaya dijital, saet di 19:00`an de dest pê bike.

(sb)

ANHA