Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê êrişa Tirkiyê li ser Kobanê şermezar kir

Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di encamê de gelek welatî û çalakgerên sivîl jiyana xwe ji dest da, şermezar kirin. Ev êriş digel girtina deriyên sînor azarên şêniyan zêde dikin. Her wiha meclisê bang li Rûsya û DYA’yê kir ku yekser destwerdanê bikin û pabendî peymanên xwe yên navneteweyî bin.

Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê êrişa Tirkiyê li ser Kobanê şermezar kir
26 kanûn, 2021   21:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê daxuyaniyeke da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di van demên dawî de balafirên bêmirov ên dewleta Tırk herêmên me bombebaran dikin, her wiha li Qamişlo malbata Yusif Gilo hedef girt û li Şengalê jî Meclisa Gel hedef girt. Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digire. Beriya çend rojan Zirgan bi dijwarî topbaran kir, herî dawî jî mala welatiyekî Kobanê hedef girt. Di vê malê de malbateke koçber a ji Girê Spî hebû. Di encama bombebarana wê malê de 3 welatî jiyana xwe ji dest da û 6 birîndar bûn. Li hember vê yekê, tevî ku herêmê rêxistina DAIŞ’ê ya herî tundraw di cîhanê de ya bidestekdayîna delweta Tirk têk bir, civaka navneteweyî bê deng e.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê bi tundî van êriş û hedefgirtinên tirsonak ên ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve şermezar kirin, ji ber di encamê de welatî û çalakgerên sivîl jiyana xwe ji dest didin. Ev yek jî digel girtina deriyên sînor azarên welatiyan zêde dikin. Ev yek îsbat dike ku dewleta Tirk qanûnan bin pê dike û bi hedefgirtina welatî û kesayetên di rêxistinên sivîl û siyasî de dixebitin siyaseta dagirkeriyê bi cih dike. Bo nimûne hedefgirtina çalakgera siyasî Hevrîn Xelef nîşaneya armancên dewleta Tirk li herêmê ye.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li dewletên garantor Rûsya û DYA’yê hat kirin ku bi lez destwerdanê bikin, sînorekî ji van êriş û hedefgirtinan re deynin û pabendî peymanên xwe yên navneteweyî bin ku ji bo kêmkirina regeşiyê di 2019’an de bi dewleta Tirk re hatin îmzekirin. Divê civaka navnetweeyî û rêxistinên mafên mirovan bi erk û berpirsiyariyên xwe li hember êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û girtina deriyên sînor li hember alîkariyên mirovî, rabin.

(fr)

ANHA