ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-12-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-12-2021
27 kanûn, 2021   00:00

-Li Sêmalkayê çalakiya malbatên şehîdan a  ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan di roja 84'an de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi armanca şeremzarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker  ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li bajarokê Girbawî yê Qamişlo meşek tê lidarxstin, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kongreya salane li avahiya xwe ya li bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Kobanê  şehîdên bombebebarana dewleta Tirk a dagirker li goristana Şehîd Dicle oxir dikin, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Xiristiyanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî tevahî pêkhateyên herêmê bi ol û neteweyên xwe dan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Salih Muslim, destnîşan kir ku ji navendekê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryar girtine û got: “Dorpêçkirina herêmê, êrişên teslîmgirtin û valakirina herêmê encama konsepta giştî ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan da zanîn ku divê malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin derxistin, ji ber kampên wan bar li ser Rêveberiya Xweser çêdikin, her wiha divê dadgeheke navneteweyî ya taybet li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê were avakirin ku çete werin darizandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Hesekê, diyar kirin ku girtina deriyên sînor komployeke da ku herêmê di bin dorpêçê de bihêle û projeya Rêveberiya Xweser têk bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Welatiyên diyar kirin ku dijwariya êrişên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî civîna Astana 17, hewldanên hêzên navneteweyî û herêmî yên bi armanca têkbirina  projeya demokratîk û kûrkirina aloziyê eşkere dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya vekirina peymangehên amadekirina mamosteyan li gorî bername û sîstema nû ya zanîngehan hewl dide zemîneke durist a zanistî û perwerdeyî dayne ku karibe nifşekî zane û rewşenbîrî ava bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Endamên rêveber ên bajarê Helebê diyar kir ku armanc ji siyasta qetilkirinê ku rejîma Tirk di girtîgehan de dimeşîne ew e ku gel lawaz bike û îdia bike ku berxwedana girtîgehan têkçûye û got: " Dewleta Tirk baş dizanin ku girtî hêza xwe ji hevrêyên xwe werdigirin û tu carî teslîm nabin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Sala 2021’an destpêka hilweşîna yekblokî û derketina gelek blokan bû ku di nava DYA, Rûsya û Çînê de dabeş in. Girêdayî aliyê erebî, rewşa ne aştî û ne şer serwer bû, her wiha aliyê herêmî jî, di demekê de ku dewletên mezin hewl didin Îran li peymana nukleerê veger, xîtaba Îsraîlê ya li dijberî Îranê zêdetir bû. (BI WÊNE).

KURDISTAN

- Gerînendeyê Navenda Erebî ya Lêkolînan a Qahîre Hanî Silêman got, bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî PKK`ê tê wateya qirkirina etnîkî û dijbertiya sîstema navneteweyî ye. Her wiha got, divê PKK'ê ji "Lîsteya terorê" were rakirin ji ber ku parastina Kurdan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).                                                    

ANHA