Tîma Rojava ya fotbolê di civîna salê ya li Austria de xebatên xwe nirxandin

Tîma Rojava ya fotbolê li navenda xwe ya li paytexta Austria Viyanayê civîna xwe ya salê li dar xist, tê de endamên tîmê û gelek piştgiriyên wê amade bûn, xebatên îsal ên tîmê hatin nirxandin û plana sala bê hatin danîn.

Tîma Rojava ya fotbolê di civîna salê ya li Austria de xebatên xwe nirxandin
26 kanûn, 2021   20:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi rasthatina dawiya salê, tîma Rojava vê êvarê li navenda xwe ya li paytexta Austria Viyanayê civîna salê bi beşdariya bi dehan endam û gelek piştgirên xwe li dar xist û tê de çalakiyên 2021’an nirxandin û plana sala bê danîn.

Perwerdekar Sened Romî, kabtin Şêx Muhacir û endamên rêveber ên tîmê Mistefa Mistefa, Behrî Ferho û Idrîs Hesen civîn bi rê ve bir.

/ar/uploads/files/2021/12/26/191449_bf3610af-009b-4528-b8da-d058282dbbfd.webp

Sened Romî bixêrhatina beşdaran kir û da zanîn ku di tîmê de 100 endamên ji tevahî pisporî û astan heye û wiha got: "Ji ber kedên ku tîm û endamên wê îsal  dane de, di 13 maçan de bi ser ket û di nava tîmên Austria de gihaşt qonaxa dawî."

Romî teqez kir ku vê tîmê tevahî pêkhateyên Rojava, Sûriyê û dostên kurdistaniyên li derve li hev civand.

Di dawiyê de beşdaran rêbazên pêşxistina tîmê û piştevaniya guncaw ji tevahî aliyên madî û manewî ve ku hîna serkeftinên zêde pêk bîne û endaman zêde bike, nîqaş kirin.

(fr)

ANHA