Di meşa li Şamê de banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hate kirin

Li Şamê, Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan meşek li dar xist û banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir.

Di meşa li Şamê de banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hate kirin
Di meşa li Şamê de banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hate kirin
Di meşa li Şamê de banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hate kirin
Di meşa li Şamê de banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hate kirin
26 kanûn, 2021   20:32
ŞAM

Li taxa Zorava ya Şamê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û I banga azadiya wî ya fîzîkî  meşek hate lidarxistin. Bi dehan kurdên li taxê beşdarî meşê bûn.

Meş li kolanên taxê geriyê, di meşê de pankartên bi nivîsên "Azadiya rêber Ocalan azadiya hemû gelan e, wêneyên rêber Ocalan û na ji tecrîda li ser rêbertî"  hatin rakirin.

Meş li qadê veguherî mîtîngê û li wir Meclisa Malbatên Şehîdan a Şamê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "Em tecrîda dewleta sûcdar a Tirk li ser rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, şermezar dikin û banga serbestkirina rêber Ocalan dikin, her wiha bang li dewletên komploger dikin ku komploya li dijî Rojhilata Navîn, nexasim li dijî gelê Kurd û gelê herêmê û astengkirina çareseriya li herêmê bi dawî bikin.

Her wiha em bang li her mirovê bi wîjdan dikin ku dengê xwe bilind bike û li dijî zordaran bisekine. Çareserî bêye hebûna rêber Apo tune ye, ji ber ku ew beşekî sereke ji hemû çareseriyan e û em di vê dema zehmet de wî rêya xelasiyê dibînin. Ji beriya 23 salan ve tundiya bedenî û derûnî li ser tê meşandin, her wiha bi hemû rêbazan hewl didin wî di wê girtîgeha yek hucre de têk bibin, heta gelek salan qedexeye ku were dîtin an jî malbat û parêzer pê re bicivin.

Em dibînin ku komplo bêyî rakirina tecrîda li ser rêbertî û vegera bi rola xwe ya dîrokî ya rêvebirina gelê xwe da pêşengê azadiyê û demokratiyê be û parastina nirxên mirovahiyê bike, her wiha li ser bingeha projeya neteweya demokratîk biratiya gelan û jiyana hevbeş pêk bîne, bi dawî nabe.

Di dawiyê de em bang li hemû hêzên demokratîk û rêxistinên mafên mirovan dikin ku ta rakirina tecrîda li ser rêbertî û pêkanîna azadiya bedenî têkoşîna xwe berdewam bikin."

(eh)

ANHA