Lêkolînerên biyanî û erebî rûdanên cîhanî, herêmî û erebî dinirxînin

Sala 2021’an destpêka hilweşîna yekblokî û derketina gelek blokan bû ku di nava DYA, Rûsya û Çînê de dabeş in. Girêdayî aliyê erebî, rewşa ne aştî û ne şer serwer bû, her wiha aliyê herêmî jî, di demekê de ku dewletên mezin hewl didin Îran li peymana nukleerê veger, xîtaba Îsraîlê ya li dijberî Îranê zêdetir bû.

Lêkolînerên biyanî û erebî rûdanên cîhanî, herêmî û erebî dinirxînin
27 kanûn, 2021   02:48
NAVENDA NÛÇEYAN – GÎVARA ŞÊX NÛR

Ji bûyerên girîng ên ku di 2021’an de rû dane; vekişîna Amerîka ji Efganistanê, zêdebûna nakokiyên Amerîka bi Çînê re li (Taywan) û bi Rûsyayê re li (Ukrayna). Lê Pekîn bi aboriya xwe û Moskova bi çekên xwe li hember siyaseta Amerîka ya niha bêdeng neman. Pergala cîhanê ya nû di avakirinê de ye û bi wê re DYA, Rûsya û Çînê hewl didin stratejiyên nû li Rojhilata Navîn pêk bînin.

Têkildarî vê yekê, lêkolînerê payebilind ê peymangeha Newlines a amerîkî Nicholas Harras got, armancên Çîn û Rûsya yên eşkere hene ku li hember DYA’yê disekinin.

Li gorî Harras, di vê demê de, Rûsya xwe dispêre hêza xwe ya leşkerî û Çîn jî xwe dispêre bazirganî û dîplomasiyê.

Harras wiha domand: "Pergala navneteweyî pirblokî ye. Lê DYA’yê hîna li gelek parçeyên cîhanê di nav de li Asya û Ewropa hebûna xwe diparêze. Bi wê re dikare hevrikiyeke mezin ji hevrikên xwe yên stratejî re bike."

Harras diyar kir ku Çîn li Rojhilata Navîn lîstokeke bêhnfireh dilîze û bi baldarî ber bi bazirganî û enerjiyê ve diçe, di heman demê de Rûsya bi baldarî tev digere ku ji destpêka şerê sar ve wisa nebûye.

Harras da zanîn ku DYA’yê hewl dide mezinahiya hebûna xwe li herêmê dîsplîn bike û ji nû ve xwe li Asya û Ewropa bi cih bike, lê tu aliyeke aktîf ya dîtir bi qasî bandora DYA’yê li herêmê tune ye.

Nicholas Harras anî ziman, dibe ku DYA’yê heya demeke dirêj li Rojhilata Navîn bi hêz be ku ev jî di çarçoveya bûyerên cîhanê û nakokiyên di navbera hêzên mezin de çêbibe.

Têkildarî bûyerên herêmî, di navbera Îsraîl û Îranê de nakokî zêde bûn, ew yek bi hedefgirtina keştî û hedefgirtina hebûna Îranê li Sûriyê pêk hatin. Li gel wê hêzên navneteweyî danûstandinan bi Îranê re pêk tînin ku li peymana nukleerê ya 2015’an ve vegere ku Trump jê vekişiye, her wiha Îsraîlê nuqteyên nukleerê yên Îranê hedef girtin  û amadekariyên xwe yên leşkerî têkildarê wê de kirin.

Têkildarî nirxandina bûyerên 2021’an û gelo dê guhartina rûbirûybûnê sala bê hebin? Gelo dê peymana nukleerê piştî Reîsî çû ser desthilata Îranê û gelo dê Îsraîl gefên xwe yên derbekirina Îranê pêk bîne de? Nivîskar û lêkolînerê lubnanî Sarkis Ebû Zeyd wiha got: "Derbasbûna li sala 2022’yan ne tenê çend roj in, lê belê veguhastina ber bi merheleyeke din ve ye. Di 2021’an de hevrikî, baldarî, tirs û şopandina karên leşkerî hebûn ku dê bi xwe re hilweşînên mezin bîne. 2022’yan dêbibe destpêka çareseriyên krîzên li herêmê."

Ebû Zeyd wiha domand: "Êrişên leşkerî yên giştî di navbera Îran û Îsraîlê dûr in. Ji ber ku şer ne seyarnek e. Lê belê zirarên mezin in û dewlet nikarin encamên wan kontrol bikin. Dibe ku çirûska şer dest pê bike, lê encamên şer êdî mezin in û dibe ku bi xwe re surpirîzan bîne. Lê tevî hevrikî, nakokî û gefan ez şerê leşkerî yê giştî bi dûr dixim, ji ber dê lêçûn û zirarên wê zêde bibin."

Li gorî Ebû Zeyd, dibe ku sala 2022’yan bi xwe re çareserî yan lihevkirinan bîne yan jî dibe ku krîzên mezin werin qelskirin ku dê bandorê li nakokiyên herêmê bikin, her wiha îhtîmale ku çareseriyeke giştî hebin ku aramiyê pêk bînin, lê hevrikiyên di navbera dewletan ranebin.

Têkildarî peymana nukleerê Ebû Zeyd pêşbîn kir ku ev girêdayî lihevkirinan e, herî kêm dê bi xwe krîzan qels bikin an jî dorpêç bikin da ku nebin sedema şerên leşkerî yên giştî.

Ebû Zeyd wiha axivî: "Asta duyemîn peymaneke diyarkirî ye û asta sêyemîn jî çareseriya giştî ye. Lê pêdiviya vê bi demeke zêde û danûstandinan heye. Bi kurtayî dibe lihevkirin têkildarî mijara nukleerê de çêbibin."

Lê lêkolînerê têkiliyên navneteweyî û pisporê siyasetên Îranê Dr. Îyad El-Mecalî têkildarî vê yekê heman nirxandin kir û wiha got: "Rageşiya di qada siyasî de, bi pêşengiya Tehranê di civînên koma 4 + 1 li Viyanayê li ser peymana nukleerê ya Îranê, zêde bûye."

El-Mecalî ev tişt got: "Astengiyên li hember danûstandinan xwedî rehên kûr in û li şêweya têkilya di navbera DYA’yê û hevalbenda wê Îsraîlê ji aliyekî de û di navbera Tehranê ji aliyekî din ve vedigerin. Ew jî pêkanîna lihevkirinê asteng dike ku rewşa bêaramî li herêmê bi dawî bike."

El-Mecalî bi domdarî got: " Tehran jî ji dema vekişîna DYA’yê ji peymana nukleerê ve di Hezîrana 2018’an de stratejiya keviya hilweşyayî dimeşîne. Wê jî hişt şirîkên ewropî fişaran bikin û bi hêviya helwesteke piştgirê peymanê wergirin ku wê ji hilweşînê biparêzin. Lê vê yekê hişt ku  siyasî yên Tehranê ragihînên xwe bi peymanê ne pabend in, hêdî hêdî jê vekişin û bi wê re rêjeya derxistina Uranyom zêde bikin û hejmara alavên derxistina Uranyom li avahiyên Natanz û Arak zêde bike. Vê yekê civaka navneteweyî ya bi serkêşiya DYA’yê di serdema Biden hişt ji nû ve li peymanê vegere. Da ku bi wê re Tehran ji nû ve tev li danûstandinan bibe ku li hemberî Îranê bisekine ku bernameya xwe ya nukleerê di aliyê leşkerî de bi kar neyne, her wiha dosyaya mûşekên balistîk li ser dosyaya danûnstandinan zêde bike û ji nû ve dewletên herêmê xurt bike mîna Erebistana Siûdî û Îmaratê. Îsraîl piştgiriya vê helwesta Amerîkayê dike ku bigihînin lihevkirinekê têkildarî peymana nukleerê. Ew jî bi tirsa ku li gel Îran çêkên nukleerê tune bin, pêk tê."

Dr. El-Mecalî diyar kir ku di guhartinan de gelek senaryo hene, ji wan astengkirina gihandina peymanekê û wiha domand: "Bi taybet bi rêveberiya Îbrahîm Reîsî re ku serokê şepêla tundraw di rejîma siyasî ya Îranê de ye, ku ji 7 mehan ve hatiye ser desthilatê. Bi wê re rojnameya Îranê nivîsandin ku hin xwestekên Îranê ji bo danûstandinên Viyanayê hene ku helwesta Îranê li hember DYA’yê tundtir dike ku cezayên aborî rake. Lê li aliyekî din jî serdana wezîrê parastinê yê Îsraîlê ji Washingtonê re nameyeke ku Îsraîl amade ye derbeyên leşkerî yên giştî li dijî Îranê pêk bîne."

Girêdayî aliyê erebî jî, şer li Sûriye, Yemen û Lîbyayê gur dibe, nakokî di navbera aliyên Iraqê de berdewam dikin û hîna hikumet nehatiye avakirin. Têkildarî Lubnanê jî hîna hikumet nikare ji krîza heyî derkeve. Di heman demê de jî Îxwan li Tunis û Mexribê têk çûn û Misirê hêzên xwe yên leşkerî xurt kirin û Îmarat jî ji nû ve li têkiliyên bi Îran û dewleta Tirk re vegerî.

Girêdayî mijarê, gerînendeyê navenda erebî ya lêkolînan Hanî Silêman wiha got: "Rewşa nearam anku ne şer û ne aram berdewam e. Her wiha pirsgirêkên ji bo çareserkirina dosyayan mîna Yemen, Sûriyê û Lîbyayê berdewam in, lê gelek paşketin di vê yekê de çêbûn, lê negihiştin asta aştî û veguhastina ber bi demokrasiyê ve, lê atmosfêr aram kir û gelek danûstandin pêk anîn, lê di cih de man."

Xala duyemîn, tevgerên îslama siyasî hilweşîn. Her wiha di salên borî de ev tevger bi awayekî mezin bi paş ketin. Lê di 2021’an de hat îsbatkirin ku tu şansên van tevgeran tune ye û têk çûn, bi taybet li Mexrib, Tunis û Lîbyayê û piştre tev li rêxistina li Misirê bûn.

Xala sêyemîn jî, guhartinên hevsengiyên hêz û tevgera hevalbendiyan. Her wiha hin dewletan hêzên xwe yên leşkerî zêde kirin û jinûve stratejiyên xwe xurt kirin, mîna Misirê. Lê hin dewletên din jî tevgerên xwe ber bi kapasîteyên pratîk û bandorê ve pêk anîn, mîna Îmarat, Erebistana Siûdî û Misirê.

Hanî Silêman wiha domand: "Diyardeya girîng  a li vir, gelek tevgerên li ser asta kêmkirina rageşiya di navbera têkiliyên erebî de. Ew jî li girêdana pêkanîna têkiliyan di navbera Qeter û dewletên Kendavê de û di navbera Qeter û Misirê de ye. Bi wê re lihevkirin û gelek nêzbûnên di dosyayên erebî û xurtkirina têkiliyan de û bêrdana ber bi rojhilata ve ava dikin."

Li gorî Hanî Silêman, di van têkiliyan de, gelek kanalên lihevkirinên bi dewleta Tirk re û jinûve sazkirina siyasetên wê yên derve bi Misir û Erebistana Siûdiyê re rû dan, her wiha rola Îmaratê û xetên lihevkirinên bi Îran û dewleta Tirk re eşkere bûn, ew jî rê li ber istîqrarekê çêdike ku tê texmînkirin di 2022’yan de pêk were.

Têkildarî Tirkiyê, destwerdanên leşkerî yên dewleta Tirk li Iraq, Sûriye û Lîbyayê berdewam dikin û bi rêya komên xwe yên çete nahêle îstîqrar li van dewletan çêbibe. Bi van destwerdanan re aboriya Tirkiyê hilweşî. Gelo dê delweta Tirk stratejiya xwe di sala bê de biguhere? Gelo dê li ser du werîsan bi Rûsya û Amerîkayê re bilîze?

Li ser vê yekê, nivîksar û lêkolînera karûbarên Tirkiyê Dr.Huda Riziq wiha got: "Divê em destpêkê rewşa li hundirê Tirkiyê û asta dagirkirina wê ji hev cuda bikin. Lê firehbûna wê li Iraq, Sûriyê, Lîbya û Afrîkayê li ser hesabê xezîneya hundirîn a welat pêk tê. Bi wê re dewleta Tirk temenê firehbûna xwe ji pereyên Tirkiyê û bacên li ser gelê Tirkiyê hatine birîn dide. Li ser vê yekê gelek muxaleftên Tirkiyê dewletê rexne dikin da ku sînorekî ji reftarên Erdogan re deynin. Lê pirgirêk tevgereke neteweperest û îslamî ya mezin heye ku piştevaniya Erdogan dike, nexasim pirsgirêka Osmanî hîna di zihnê hin tirkan de serwer e û di van destwerdanan de tu ziraran nabînin."

Huda Riziq wiha domand: "Têkildarî zextên li ser Erdogan ku siyasetên xwe biguhere. Hin zextên Amerîka li ser dewleta Tirk hene ku siyasetên xwe biguhere. Yekitiya Ewropa jî dibîne ku dewleta Tirk xwe li gelek herêman fireh kiriye mîna Qerebax û rojhilatê Deryaya Spî. Her wiha Fransa jî firehbûna dewleta Tirk li Afrîkayê bi hêrs e. Serweriyên Fransa li herêmê hene û dibîne dewleta Tirk li herêmê hevrikê wê ye."

Têkildarî lîska Erdogan li ser du werîsên rûsî û amerîkî, Huda Riziq wiha bi dawî kir: "Helwesta Amerîkayê hişt ku serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan neçar bimîne ku hewlesteke nîşan bide û nehêle ew li ser nakokiyên rûsî – amerîkî bilîze. Ji lew re îro pirsgirêkên dewleta Tirk bi Rûsyayê re li Sûriyê û Lîbyayê hene, her wiha pirsgirêkên wê bi DYA’yê re li ser firehbûna li rojhilatê Deryaya Spî û destwerdana li Qerebaxê hene. Lê bi hatina Biden ser desthilatê re lîska Erdogan li ser nakokiyên di navbera Moskov û Washingotinê de sînordarkirî man û tu lîstk tune ne. Ji ber Washingotinê şerên wê yên bê diyar kirin û dijminên wê jî eşkere kirin mîna Çîn û Rûsya û Erdogan jî helwesta xwe li hemberê eşkere kirin."

(fr)

ANHA