Hejmara şehîdên bombeberana li Kobanê gihaşt 5’an

Di encamê êrişa ku duh êvarê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li Kobanê pêk hatibû de hejmara şehîdan gihaşt 5 kesan.

Hejmara şehîdên bombeberana li Kobanê gihaşt 5’an
26 kanûn, 2021   20:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh êvarê balafirên bêmirov yên biçek yên dewleta Tirk li Kobanê êriş pêkanîbû, di encamê 2 hemwelatî şehîd şehîd bûbûn û 7 kes jî birîndar bûbûn.

Li gorî agahiyên ku ji Meclisa Malbata Şehîdan a Kobanê hate girtin, ji hemwelatiyê ku di êrişê de birîndar bibûn û li nexweşxanê dihatin dermankirin 3 ji wan jî rexmî hemû mûdaxaleyên bijîşkan şehîd ketin.

Li gorî van agahiyan hejmara hemwelatiyên ku di encama êrişa duh de şehîd bûn gihaşt 5 kesan. 4 hemwelatiyên ku birîndarin jî li nexweşxanê tên dermankirin. Navên şehîdan ev in: Nûjiyan Ocalan, Viyan Kobanê, Rojîn Ehmed Îsa, Merhef Xelîl Îbrahîm û Welîd Menla Hisên.

Tê payîn ku 4 hemwelatiyên ku li Kobanê şehîd bûne sibê bi merasîmek girseyî bên oxirkirin.