Yekitiya Giştî ya Cotkarên Reqayê kongreya xwe ya duyemîn li dar xist

Rêxistinên Civaka Sivîl ên Reqayê Kongreya Duyamîn a Yekitiya Cotkaran a bajarê Reqayê li dar xist.

Yekitiya Giştî ya Cotkarên Reqayê kongreya xwe ya duyemîn li dar xist
Yekitiya Giştî ya Cotkarên Reqayê kongreya xwe ya duyemîn li dar xist
Yekitiya Giştî ya Cotkarên Reqayê kongreya xwe ya duyemîn li dar xist
Yekitiya Giştî ya Cotkarên Reqayê kongreya xwe ya duyemîn li dar xist
Yekitiya Giştî ya Cotkarên Reqayê kongreya xwe ya duyemîn li dar xist
26 kanûn, 2021   16:28
REQA

Bi sedan cotkarên Reqa, endamên komeleyên cotkaran, endamên komîteyên berhemên sewalkariyê ya Reqa, endamên yekitiyên cotkarên li Reqa û gundewarê wê û endamên Meclisa Sivîl a Reqayê tev li kongreyê bûn.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqa Mihemed Nûr Zîb rewşa siyasî nirxand.

Mihemed Nûr Zîb got: "Dewleta Tirk a dagirker zextê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, ji lew re avê wekî çekeke şer li dijî herêmê bi kar tîne. Vê jî rasterast bandor li qada çandiniyê ya giştî kir. Bêdengiya hikumeta Şamê jî ya li hemberî kiryarên dewleta Tirk a dagirker û kêmkirina rêjeya ava Firatê bandoreke neyinî li aboriya herêmê kir ku bi awayekî sereke xwe dispêre çandiniyê."

Mihemed Nûr Zîb ev li gotina xwe zêde kir: "Serhişkiya hikumeta Şamê hemû hewldanên diyalogan û bidawîkirina azara gelê sûrî bi giştî têk bir. Lê em terka projeya xwe ya demokratîk nakin, ji ber ku em wê guncawtirîn çareseriya aloziya Sûriyê dibînin."

Paşê hevseroka Yekitiya Cotkarên Reqayê Werdîşan rapora rêxistinî ya Yekitiya Cotkarên Reqayê xwend. Di raporê de kar û xebata Yekitiya Giştî ya Cotkaran a Reqa û xebatên hate destnîşankirin.

Dîwana kongreyê mekanîzmeya hilbijartunan şîrove kir da hevserokatî û rêveberiya Yekitiya Giştî ya Cotkaran a Reqa û yekitiyên şaxan werin hilbijartin ku hejmara wan jî li gundewarên bakur û rojhilat û rojava û başûrê Reqayê 3 yekitî ne.

Gelek beşdaran xwe pêşniyar kir û bi rêya sendokên endamên Rêxistina Civaka Sivîl çavdêriya wan dikir, ketin dengdayînê.

Paşê 16 endam hatin hilbijartin, ji wan 8 endam jî ji bo Rêveberiya Yekitiya Giştî ya Cotkaran û 8 jî bi Rêveberiya Yekitiyên her 4 şaxan ên li gundewarê Reqayê hatin hilbijartin.

Di dawiyê de endamên hatin hilbijartin sond xwarin.

(eh)

ANHA