​​​​​​​Dagirker gundên Til Temirê topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên rojava û bakur yên Til Temirê topbaran dikin.

​​​​​​​Dagirker gundên Til Temirê topbaran dikin
26 kanûn, 2021   16:03
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Gozeliyê, Tewîla, Til Tewîl ên asûriyan ên dikevin rojavayê navçeya Til Temirê û gundê Dirdara yê bakurê navçeyê dane bi topan.

Têkildarî ziyanên topbaranê agahî nehatin bidestxistin.

ANHA