7 partiyan êrişa li ser Kobanê şeremzar kir

7 partiyên siyasî bi daxuyaniyeke hevbeş ê bang li civata navneteweyî kir ku "Sozên xwe li hemberî Kobanê pêk bîne ku li şûna tevahî cîhanê şerê DAIŞ'ê kir."

7 partiyan êrişa li ser Kobanê şeremzar kir
26 kanûn, 2021   15:58
KOBANÊ

Endamên 7 partiyên siyasî  li qada Jina Azad kom bûn û bi daxuyaniyeke hevbeş bombebarana dewleta Tirk a dagirker li ser Kobanê şermezar kir.

Endamê Pîlotbûroya Partiya Çep a Kurd a herêma Firatê Îsmet Îbrahîm daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişa dewleta Tirk a bi balafira bêmirov a li mala sivîlan a li taxa Şehîd Peyman a Kobanê hate şermezarkirin û hate gotin: "Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk bi balafirên bêmirov sivîlan dike hedef û komkujiyan li djiî wan pêk tîne. Ev êriş û komkujî di nava bêdengiya navneteweyî de li dijî vî bajarê tê kirin ku şerê DAIŞ û tevahî rêxistinên terorîst ên ku piştgiriya xwe ji Tirkiyê digirin, kir û ew têk birin."

Partiyan bang li Koalîsyona Navneteweyî, di serî de DYA û Rûsya û tevahî rêxistinên hiqûqî kir "li kêleka vî gelê bisekine, sozên ku sala 2019'an bi dewleta Tirk re danîne, pêk bîne, Bakur û Rojhilatê Sûryê ji gefên domdar ên Tirkiyê yên bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê di aliyê siyasî, aborî û ewlehî de, biparêzin."

Partiyên ku daxuyanî dane ev in:

Partiya Çep a Kurd li Sûriyê

Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê

Partiya Komarî ya Kurdistanî-Sûriya

Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê

Partiya Aştiya Demoqrat a Kurdistanê

Partiya Yekitiya Demokratîk

Partî Demuqratî Kurdistanî-Sûrî

ANHA