Meclisa Kantona Girê Spî: Civaka navdewletî berpirsê êrişa li dijî Kobanê ye

Meclisa kantona Girê Spî êrişa li ser kantona Kobanê ku di encama wê de şehîd û birîndar çêbûn şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî van binpêkirinan bêdeng nemînin.

Meclisa Kantona Girê Spî: Civaka navdewletî berpirsê êrişa li dijî Kobanê ye
26 kanûn, 2021   13:01
EYN ÎSA

Daxuyanî li pêşiya avahiya meclisa kantonê ji aliyê cîgirê hevserokatiya meclisê Sebrî Nibo ve hate xwendin û bi dehan endamên sazî û komîtkeyên meclisa kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê beşdarî dayîna daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de êrişa dewleta Tirk ser malekê li taxa şehîd Peyman a bajarê Kobanê ku di encama wê de du welatî şehîd bûn û hin jî birîndar bûn, hate şermezarkirin.

Meclisê di daxuyaniya xwe de got, civaka navneteweyî û dewleta Rûsya ya garantor berpirsa êrişa li dijî welatiyan e.

Her wiha di daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku bêdengiya civaka navneteweyî û Rûsya destekê dide dewleta Tirk ku zêdetir êrişan li dijî welatiyan pêk bîne.

 (bx)

ANHA