​​​​​​​Panorama hefteyê: Sûriyê Qeter bi astengkirina vegera wê li  Komkara Erebî tawanbar kir

Cîgirê wezîr karên derve yê hikumeta Şamê Beşar El-Caferî, Qeter Qeter bi astengkirina vegera wê li  Komkara Erebî tawanbar kir. "Eniya Rizgariya Tîgrayê" ragihand ku serhildêrên Tîgrayê ji Emhere û Eferê vekişîn da ku rê li pêşiya alîkariyên mirovî vebe.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Sûriyê Qeter bi astengkirina vegera wê li  Komkara Erebî tawanbar kir
26 kanûn, 2021   06:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya derbasbûyî îşaret bi rewşa Sûriyê, Etiyopyayê û Sûdanê kirin.

`SÛRIYÊ QETER BI ASTENGKIRINA VEGERA WÊ YA NAVA KOMKARA EREBÎ TAWANBAR KIR`

Rojnameya El-Ereb têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivisî: “Cîgirê wezîr karên derve yê hikumeta Şamê Beşar El-Caferî, Qeter tawanbar kir ku tevlêbûna hikumeta Şamê di civînên Komkara Erebî de asteng dike.

Komkara Erebî endamtiya Sûriyê di 12`ê Cotmeha 2011`an de taloq kir û bang kir ku hemû balyozên Ereb ji Şamê derkevin, ta ku hikumeta Şamê sozên xwe bîne cih û sivîlan biparêze.

Sekreterê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xêz got Cezayîr, Iraq û Urdin dixwazin Sûriye vegere nava komkarê. Her wiha piştrast kir ku dibe Sûriye di civîna bê de heke lihevkirineke erebî têkildarî vê yekê pêk were, vegere nav komkarê.”

 ‘ENIYA TÎGRAY JI EFER Û EMHERE VEKIŞÎ’

Der barê kar û barên Etiyopyayê de rojnameya El-Itîhad a Îmaratê wiha nivisî: “Berdevkê Eniya Rizgariya Tîgrayê Gîtaşo Rida ragihand ku serhildêrên Tîgrayê ji Emhere û Eferê vekişîn da ku rê li pêşiya alîkariyên mirovî vebe.

Her wiha serokê Eniya Rizgariya Tîgrayê Debresyon Cebir Mîkaîl ku piraniya herêma Tîgrayê kontrol dike, li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Em di wê baweriyê de ne ku gavên me yên vekişînê dê rê li pêşiya aştiyê vekin.”

Cebir Mîkaîl bang li NY`yê kir ku li Tîgrayê qedexeya firîna balafiran ragihîne, çekan li ser Etiyopya û Erîtreyê qedexe bike, mekanîzmayekê ava bike da ku piştrast bibe ku hêzên derve ji Tîgrayê vekişîne.”

`NAVBEYNKARÎ ÎSTÎFEYA HEMDOK RAWESTAND`

Der barê kar û barên Lîbyayê de rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Kesayetên Sûdanê mudaxele kirin da ku serokê hikumeta demkî Abdullah Hemdok îqna bikin ku îstîfa neke. Li gorî çavkaniyan, bi rastî jî navbeynkarî bi ser ket û li bendê ne ku sedemên hiştine Hemdok biryara istîfayê bike, ji holê rabin.

Heman çavkaniyan piştrast kir ku ji kêliya belavbûna agahiyên der barê îstîfakirina Hemdok, gelek kesayetên nîştimanî mudaxele kirin da ku Hemdok ji vê gava xwe paşde vegere. Ji ber ku dê welêt vegerîne rewşa beriya 21`ê Mijdarê û dê ji berê bêtir rewşa li welêt aloztir bike. Nexasim ku ji ber biryarên fermandêrê giştî yê artêşê yên di 25`ê Kanûnê de dane, bandor li hemû warên jiyanê kirin.”