Li Serêkaniyê ya dagirkerî gel xwepêşandan li dar xist

Li gundê Sefih ê başûrê rojhilatê Serêkaniyê ya dagirkerî bi dehan kes ji ber binpêkirinên dagirkeran û nebaşbûna rewşa debarê xwepêşandan li dar xist.

Li Serêkaniyê ya dagirkerî gel xwepêşandan li dar xist
25 kanûn, 2021   17:25
HESEKÊ

Ji destpêka dagirkirina Serêkaniyê ve di 2019'an de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên herî hovane li dijî niştecihên herêmê pêk tînin, mal û milkên sivîlan talan dikin û baçeyan li wan ferz dike.

Di saetên nîvro de, li gundê Sefh ê dikeve başûrê rojhilatê bajarê Serêkaniyê bi dehan şêniyên gundê û gundên derdora wê nerazîbûn nîşanî binpêkirinên dagirkeran û nebaşbûna rewşa debarê dan.

Di dîmenê ku hatiye parvekirin de, şêniyek dibêj, nirxê 8 nan bûye bi hezar lîreyên sûrî û yê depoyeke avê bi 15 hezar lîreyên sûrî ye.

Her wiha diyar dike ku ard, êm û kehrebe tunene û gel di hemû aliyan de azaran dikişîne.

Di dîmen de pankartên "Gel bi bêdengî dimire" xuya dibin.

ANHA