Şehîd Agir Efrîn ji aliyê bi hezaran kesî ve hate oxirkirin

Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîdê YPG'ê Agir Efrîn bi merasîmekê bi heybet spartin axê.

Şehîd Agir Efrîn ji aliyê bi hezaran kesî ve hate oxirkirin
Şehîd Agir Efrîn ji aliyê bi hezaran kesî ve hate oxirkirin
Şehîd Agir Efrîn ji aliyê bi hezaran kesî ve hate oxirkirin
Şehîd Agir Efrîn ji aliyê bi hezaran kesî ve hate oxirkirin
Şehîd Agir Efrîn ji aliyê bi hezaran kesî ve hate oxirkirin
Şehîd Agir Efrîn ji aliyê bi hezaran kesî ve hate oxirkirin
Şehîd Agir Efrîn ji aliyê bi hezaran kesî ve hate oxirkirin
Şehîd Agir Efrîn ji aliyê bi hezaran kesî ve hate oxirkirin
25 kanûn, 2021   14:33
ŞEHBA

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şervanê YPG'ê Mihemed Ebdurehman (Agir Efrîn) yê ku 23'yê Kanûnê de li Helebê şehîd bûbû, ji pêşiya nexweşxaneya Avrîn a li Şehbayê wergirtin û bi karwanekî erebeyan ber bi goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrizê  ve çûn.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Piştre endama rêveber  a Meclisa Malbatên Şehîdan Xedîce Îbo axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Xedîce Îbo bal kişand ser berxwedana malbatên şehîdan a li deriyê Sêmalkayê û got: "83 roj in di ser çalakiya malbatên şehîdan ya bi banga wergirtina cenazeyên şehîdên xwe re derbas bûn. Lê PDK'ê di siyasetên xwe yên dijminane û xiyanetê de berdewam e û qebûl nake ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike. Dîroka PDK'ê şahidê kiryarên wê yên li dijî gelê Kurd e ku ajnîdeyên dagirkeriya Tirk li herêmê pêk tîne û êrişên qirkirinê li dijî gelê Kurd û gerîla pêk tîne"

Xedîce Îbo berxwedana gerîla sivîl û wiha axaftina xwe domand: "Gelê Kurd û gerîla berxwedana xwe li ser xeta rêber Abdullah Ocalan didomînin. Em  jî berxwedana xwe didomînin heta ku herêmên dagirkirî werin rizgarkirin."

Bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê, hevseroka Gerînendeya Şûnwaran a Herêma Efrînê Esmehan Ehmed jî bal kişand li ser sûcên ku li Efrînê tên kirin, guhertina demografiya herêmê û xirabkirina xweza û şûnwaran.

Esmehan Ehmed soza şopandina berxwedanê heta rizgarkrina Efrînê da.

Endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Avdar Elo nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Cenazeyê şehîd bi diruşmeyan li goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê hate veşartin.

ANHA