Şehîd Anter Dersim di çilrojiya şehadeta xwe de hat bibîranîn

Şehîd Anter Dersim (Kazim Ergun) di çilrojiya şehadeta xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn.

Şehîd Anter Dersim di çilrojiya şehadeta xwe de hat bibîranîn
25 kanûn, 2021   15:01
QAMIŞLO

Şoreşgerê Kurd Anter Dersim (Kazim Ergun) 11'ê Mijdarê di encama krîza dil de şehîd bûbû.

Anter Dersim bi salan di nava Tevgera Azadiya Kurd de ked da. Li her çar parçeyên Kurdistanê, Ewropa, Mexmûr û herî dawî jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî têkoşîneke mezin bû.

Bi wesîleya çilrojiya şehadeta wî, Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo merasîmê bîranîna li ser gora wî ya li goristana Şehîd Delîl Saroxan li dar xist. Bi dehan şênî, di nav de malbatên şehîdan û endamên saziyên Rêveberiya Xweser beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan ya Qamişlo Hêvî Seyid axivî, şehîdên azadiyê bi bîr anîn û sersaxî ji gelê Kurdistanê û malbata şehîd Anter re xwest. Hêvî Seyid got: "Em nikarin berxwedan û têkoşîna şehîd Anter Dersim bi gotinan parve bikin, ji ber ku têkoşerekî fedayî bû, ji bo Kurdistanê û gelê wê têkoşiya."

Hevserokê Meclisa PYD'ê ya Qamişlo Mesûd Dawud jî got: "Şehîd Anter pêşengê têkoşîna gelê Kurdistanî bû, şehadeta wî ji bo me windahiyeke mezin e. Ji ber ku em her tim hewcedarî kesayetên têkoşer, şoreşger û berxwedêr mîna Anter in."

Dawud diyar kir ku tevgerên ku pêşengên wan şehîd bin wê tu siyaset û komploger karibin berxwedana wan têk bibin.

Di merasîmê de hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Yûsif diyar kir ku şehîd Anter ji bo belavkirina fikirê projeya neteweya demokratîk têkoşiye heta ku gihaşt asta şehadetê.

Perwîn Yûsif gotina şehîd Anter Dêrsim a "Bi hevgirtin û berxwedan gel em ê ji tevahî cîhanê re bibin mînak" bi bîr xist.

ANHA