Çalakiya li Sêmalkayê di roja 82'yan de ye

Li deriyê sînor ê Sêmalkayê çalakiya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, di roja 82'yan de berdewam dike. Şêniyên Dirbêsiyê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê û şêniyên Tirbespiyê çalakî dewr girtin.

Çalakiya li Sêmalkayê di roja 82'yan de ye
Çalakiya li Sêmalkayê di roja 82'yan de ye
Çalakiya li Sêmalkayê di roja 82'yan de ye
Çalakiya li Sêmalkayê di roja 82'yan de ye
Çalakiya li Sêmalkayê di roja 82'yan de ye
25 kanûn, 2021   14:13
QAMIŞLO

Çalakiya konvedanê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ve  ji 5'ê Mijdarê ve berdewam dike.

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê nobeta çalakiyê ji şêniyên navçeya Til Temir wergirtin, ku biryar bû ku şêniyên Zirganê nobet bigirtana, lê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navçeyê, dewreya wan ji bo rojeke din hat taloqkirin.

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan û şêniyên Til Temir û Tirbespiyê ve hatin pêşwazîkirin.

Li konê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê Salih Sadiq got: "Dirûşma me berxwedan jiyan e, em ê gavekê jî bi paş ve navêjin, em berxwedana çalakvanan silav dikin."

Sadiq wiha destnîşan kir: "Şerm e ku deriyên sînorî li pêşiya gelê Kurd werin girtin. PDK'ê derî li ber çûna û hetina rêxistinên navneteweyî negirtiye, lê li ber malbatên şehîdan û kesayetên welatparêz tenê girtiye."

Sadiq daxuyaniyên rayedarên PDK’ê yên ku dibêjin gel bi zora çekan ber bi konê xwepêşandanê ve diçin, derewand û diyar kir ku ciwanan êrişî deriyê Pêşxabûr nekirine, lê hêzên PDK’ê kevir avêtine û gule li wan reşandin.

Sadiq wiha dom kir: "Tu nakokiyên me bi gelê me yê Başûrê Kurdistanê re nîne, ji ber ku wan berdêlên mezin dane. Lê rayedarên hikumeta Başûrê Kurdistanê bi serokatiya malbata desthilatdar li dijî mafên gelê Kurd sekinîn. "           

Sadiq destnîşan kir ku PDK'ê ne xwedî îrade û rêveberiya parastina mafên gelê Kurd e, ji ber ku perspektîfên xwe ji welatê dagirker digire û diyar kir ku heta cenazeyên şehîdan neyên wergirtin, xwepêşandêr ji daxwazên xwe paşde gav navêjin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji îro pê ve şêniyên navçeya Dirbêsiyê wê di bin konê xwepêşandanê de nobetê bigirin.

(dx)

ANHA