YPG’ê nasnameya şehîdekî ragihand

YPG’ê da zanîn ku şervanê wan Agir Efrîn 23’yê Kanûnê ji ber nexweşiyekê şehîd bûye û got “Em di şexsê şehîd Agir de tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”

YPG’ê nasnameya şehîdekî ragihand
25 kanûn, 2021   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanekî xwe ku ji ber nexweşiyê şehîd bûye, ragihand. YPG’ê wiha da zanîn:

“Hevrêyê me Agir Efrîn roja 23’yê Kanûnê di encama nexweşiyê de gihaşt şehadetê. Hevrê Agir li Efrînê di nava malbatek welatparêz de ji dayik bû. Piştî ku Efrîn hat dagirkirin, wekî ciwanekî birûmet ji bo rizgarkirina Efrînê, ji bo ku ji dagirkeriyê tolê bistîne, tev li refên me bû. Ew hêrsa mezin a ku li hember dagirkeran hîs dikir, roj bi roj di nav raman û hestên hevrê Agir de mezin dibûn û vê yekê di kesayeta xwe de zivirand hêza şoreşgeriyê. Heta kêliya dawîn a jiyana xwe xwedî li erk û berpirsiyariyên xwe derket.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye:

 

Nasnav: Agir Efrîn
Nav û paşnav: Mihemed Ebdilrehman
Navê dayikê: Fîdan
Navê bav: Cemîl
Cih û dîroka şehadetê: Heleb, 23 Kanûn 2021

Em di şexsê şehîd Agir de tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”