Rojnameyên erebî: Cejna Noelê li Sûriyê bi xemgînî derbas dibe         

Rojnameyên erebî îro rewşa Sûriyê, Lubnanê û Lîbyayê kirin mijarên xwe yên sereke.

Rojnameyên erebî: Cejna Noelê li Sûriyê bi xemgînî derbas dibe         
25 kanûn, 2021   09:28
NAVENDA NÛÇEYAN

‘CEJNA NOELÊ LI BAJAROKEKÎ SÛRIYÊ HER WEKÎ ROJÊN DIN E’

Têkildarî mijarê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsand: “Li gorî nûçeya Ajansa France Press (AFP) Matanios Dalloul bi tena serê xwe di nava dîwarên dêreke kevnar de ku berê bi mêvanan li bajarokê El-Qeryatên li Sûriyê tijî bû, dimînê. Ji ber vê yekê cejna Noelê ji bo wan bûye wekî rojên din."

Dalloul (62) ji 20 xiristiyanan e ku hîn jî li bajarokê li rojhilatê Humsê dijîn ku hejmara xiristiyanan beriya şerê 2011`an lê zêdetirî 900 kesî bû. Piştre komên tundraw ew gund xistin bin kontrola xwe. Matanios Dalloul got pêwîstiya cejnê bi xort û keçan heye, ne tene bi keviran.

Li gorî lêkolîna AFP`ê, Dalloul bi zehmetî li ser kavilên dêra ku berê serdana wê dikir, dimeşe û derbasî aliyê din ê ku tenê dîwar û deriyekî hesinî lê maye, dibe. Di hundirê dêrê de, Dalloul dua dike ku Xwedê jiyana 20 xiristiyanên mayî yên li bajêr, dirêj bike.          

AFP`ê diyar kir ku berî destpêkirina şer li Sûriyê, niştecihên gundê El-Qeryetên nêzî 30 hezarî bû, ji wan 900 xiristiyan bûn. Lê DAIŞ’ê di sala 2015'an de dest danî ser gund û ji wê demê ve piraniya xiristiyanan ji gund derketin.       

Çeteyên DAIŞ'ê dêra Mar Elian a Suryanî-Katolîk, ku vedigere sedsala 6'an, tevî gelek dêran wêran kirin û şewitandin. Her wiha piştî kontrolkirina bajarok 270 niştecihên wê yên xiristiyan revandin.”

‘LI LUBNANÊ NÎŞANEYÊN ALOZIYÊN NÛ’

Rojnameya El-Beyan der barê rojeva Lubnanê de wiha nivîsand: "Di nava aloziyên li Lubnanê de, sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres serdana xwe ya Beyrûtê bi dawî kir. Her wiha beriya çûyîna xwe dilgiraniya xwe ji bo êşên gelê Lubnanê anî ziman û tekezî li ser pêwîstiya pêkanîna çareseriyê kir ku bersiva daxwazên gel û hêviya paşerojeke baştir bide. 

Di rewşa Lubnanê ya niha de asoyên çareseriyê xuya nakin. Rewşa siyasî, aborî û dadwerî hîn jî bi paş de diçin.”

‘BANGÊN NAVNETEWEYÎ JI BO PÊKANÎNA HILBIJARTINAN LI LÎBYAYÊ’

Rojnameya El-Itîhad ya Îmaratê der barê rewşa Lîbyayê de jî got: "Hikumetên 5 welatên rojavayî duh daxwaz ji rayedarên Lîbyayê kir ku rêzê li daxwazên gelê Lîbyayê bigirin ji bo lidarxistina hilbijartinên.

Fransa, Almanya, Îtalya, Brîtanya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) piştgiriya xwe ji bo hewldanên berdewam ên şandeya Neteweyên Yekbûyî li Lîbyayê ên pêkanîna hilbijartinên azad û giştî anî ziman.”

(dx)