Ji Rêveberiya Xweser peyama Cejna Noel

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya Cejna Noel peyamek da û hêvî kir ku ev cejn bibe cejna aştî û aramiyê.

Ji Rêveberiya Xweser peyama Cejna Noel
24 kanûn, 2021   20:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi peyamekê Cejna Noelê li xiristiyanên cîhanê, gelê Sûriyê bi giştî û bakur û rojhilatê wê bi taybet pîroz kir.

Peyman wiha ye:

"Em cejna Noel li xiristiyanên cîhanê, gelê me yê Sûriyê û bakur û rojhilatê wê bi taybet pîroz dikin.

Em hêvî dikin ku ev cejn bibe cejna hezkirin, aştî, ewlehî û aramî. Bi vê wesîleyê em hemû şehîdên xwe yên leheng bi bîr tînin û cejna malbatên wan pîroz dikin. Em teqez dikin ku fedekariyên zarokên wan mîna mîladeke nû ji bo gelên me ye, her wiha cihê serferazî û şehnazî ji bo nifşên bê re ye. Bi xwîna wan a pak rêya têkoşîn û azadiyê ji gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re vebû.

Em di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de teqez dikin ku pêkhateyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi parvekrina dilxweşî û xeman de, hevgirtina gelan û piştevaniya wan bingehên serkeftinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bindestin e. Her wiha em teqezî li ser girîngiya diyalogan di navbera hemû sûriyan, girîngiya aktîvkirina xebatên navneteweyî yên ji bo misogeriya beşdarbûneke berfireh di navbera hemû aliyên sûrî de dikin ku bibe gaveke ber bi avakirina aştiya li Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet ve."

ANHA