Li Kobanê ciwan li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan

Bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina sivîlan bi sedan ciwan û werzîşvan li Kobanê meşiyan û li ser berdewamkirina têkoşînê û şopandina rêya şehîdan teqez kirin.

Li Kobanê ciwan li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan
Li Kobanê ciwan li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan
Li Kobanê ciwan li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan
22 kanûn, 2021   17:22
KOBANÊ

Li ser bangewaziya Desteya Ciwan û Werzîşê bi armanca şermezarkirina hedefgirtina sivîlan ji aliyê dewleta Tirk ve bi taybet bi rêya dronan ku di encamê de 17 sivîl li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bûn, îro li Kobanê bi sedan ciwan û werzîşvan meşiyan.

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya dronan, êrişî herêma Şengal a Başûrê Kurdistanê kir. Herî dawî dronên dewleta Tirk 7`ê Kanûnê êrişî navçeya Xanesor a li Şengalê kir di necamê de hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel şehîd bû û her du zarokên wî birîndar bûn.

Bi sedan ciwan û werzîşvan li pêşiya Navenda Desteya Ciwan û Werzîşê kom bûn û heta stada El-Sadaqa ya li naverasta bajêr meşiya.

Li stadê meş rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de bi navê Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Firatê Kacîn Ehmed daxuyanî da û got: “Dewleta Tirk a faşîst êrişî herêmên Kurdistanê dike bi taybet Herêmên Parastinê yên Medyayê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku gelê kurd qir bike.”

Kacîn Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk di êrişên xwe yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de, çekên qedexekirî bi kar tîne û bi rêya dronan sivîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef, ruxmî wê jî nikare berxwedana gelê kurd û gerîla têk bibe.

Kacîn Ehmed bang li ciwan û werzîşvanan kir ku şopdarên rêya şehîdan bin û heta dawiyê li ber xwe bidin.

(şx)

ANHA