Komîteya Koçberên Herêma Serêkaniyê êrişên li ser Zirganê şermezar kirin

Komîteya Koçberên Herêma Serêkaniyê komkujiya ku şeva berê artêşa Tirk li dijî şêniyên navçeya Zirganê pêk anî, şermezar kir û bang li Koalîsyona Navneteweyî û hêzên garantor kir ku li hemberî van êrişan bi erka xwe rabin.

Komîteya Koçberên Herêma Serêkaniyê êrişên li ser Zirganê şermezar kirin
22 kanûn, 2021   16:42
HESEKÊ

Duh bi şev artêşa Tirk û çeteyên ji baregehên xwe yên li gundên Bab El-Xêr û Dawûdiyê de bajarokê Zirganê û gundewarên wê yên bakur, başûr û rojava topbaran kirin, ji wan gundan (Esediyê,  Mihermele, Til Emîr, Mezre û Til Werid. Her wiha taxên rojavayê bajarokê Zirganê û bazara wê jî hatin topbarankirin).

Têkildarî mijarê Komîteya Koçberên Serêkaniyê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

"Artêşa Tirk û komên çekdar hîn jî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, çi topbarana rasterast be yan jî teqînên terorîst û balafirên bêmirov be. Di encama topbarana Artêşa Niştimanî ya Sûrî û artêşa Tirk de li ser Zirgan û gundên Rebîat û Esediyê du sivîl şehîd û hin jî birîndar.

/ar/uploads/files/2021/12/22/142321_altqat.webp

Birîndar rakirin nexweşxaneyên Til Temir, Hesekê û Qamişlo û di dîmen û wêneyan de hovîtiya hedefgirtinê hate diyarkirin. Di heman demê de careke din asta hovîtî û terora wan komên perspektîfên xwe ji Tirkiyê werdigirin hate eşkerekirin. Li ser laşên qurbaniyan encamên topbarana dijwar a li dijî gundên Zirgan û gundewarên Til Temir ên li hemberî herêma Serêkaniyê ya dagirkirî, hate xuyakirin.

Li aliyekî din jî bi dehan mûşekên çeteyan û dagirkeriya Tirk sivîlên Zirgan û gundewarên wê nexasim rojavayê herêmê kirin armanc. Di van gundên girêdayî gundewarê Zirgan û Til Temir de şêniyên herêmê yên resen û hin malbatên koçber ên ji Serêkanyê û gundewarên wê hene.

Li ser vê yekê em komkujiya artêşa Tirk û çeteyên wê pêk tînin ku di encamê de sivîl şehîd dikevin, ji wan zarok û temenmezin hene şermezar dikin. Ligel wê jî dagirkerî û çeteyên wê bi vê yekê hewl didin şêniyan bitirsînin da ku koçber bikin.

Ev sûc berdewama sûc û komkujiyên ku dewleta Tirk pêk anîne û hîna li Serêkaniyê û gundewarên wê pêk tîne.

Em bang li Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê û di serî de DYA`yê dikin ku yekser van komkujiyan rawestîne û çeteyên dewleta Tirk a dagirker têk bibin, ji ber ku ev komên terorîst ku beşê aktîf tê de li herêmên dagirkirî wekî bermahiyên rêxistinên DAIŞ`ê û El-Qaîde ne.

Her wiha em bang li Rûsya dikin ku xwe li Sûriyê xwe garantor dibîne, li hemberî binpêkirin û êrişên domdar bi erka xwe rabe û van êrişên hovane rawestîne."

(eh)

ANHA