Afram Îshaq behsa armanca girtina deriyên Pêşxabûr û El-Welîd kir

 Hevserokê Meclisa Qamişlo Afram Îshaq diyar kir ku Partiya Demokrat a Kurdistanê ji krîza aborî ya li Sûriyê sûd werdigire û deriyên sînorî digre, da ku rewşa aborî li herêmê mezintir bike.

Afram Îshaq behsa armanca girtina deriyên Pêşxabûr û El-Welîd kir
22 kanûn, 2021   11:59
QAMIŞLO

Îshaq di civîna salane ya Komîteya Şaredarî û Hawîrdorê ya kantona Qamişlo axivî. Civîn bi armanca nirxandina xebatên di sala 2021'an de hatine kirin û nîqaşkirina plansaziyên xebatê sala nû li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê li bajarê Rimêlan, tê lidarxistin.

Di civînê de 250 nûnerên şaredariyên gel ên kantona Qamişlo û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser amade bûn.

Afram Îshaq bixêrhatina beşdaran kir û piştre bal kişand ser rêyên çareseriya aloziya Sûriyê û got: "Herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî hêzeke siyasî ne ku nûnertiya wan dike."

Îshaq got:" Em bi giştî li Sûriyê di nava kirîzeke aborî de dijîn. Îro hin hêz û alî ji vê kirîzê sûd werdigirin, ji bo ku rewşa aborî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xirabtir bikin, wekî helwesta Rûsye ya redkirina vekirina deriyê Til Koçer û girtina deriyên Sêmalka û El-Welîd ji aliyê PDK’ê ve."

Civîna salane bi xwendin û gotûbêjkirina rapora salane berdewam dike.

(dx)

 

ANHA