Di sala 2021`an de li ser sînor leşkerên Tirk 35 sivîl kuştin

Di sala 2021`an de li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê leşkerên Tirk 35 kes kuştin ku di nav de jinek û 8 zarok jî hene.

Di sala 2021`an de li ser sînor leşkerên Tirk 35 sivîl kuştin
22 kanûn, 2021   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê belge kir ku di sala 2021`an de 35 sivîl, ji wan jinek û 8 zarok, dema dixwestin sînorê Sûriye-Tirkiyê derbas bikin, hatine kuştin.

24 sivîl li Idlibê hatin kuştin, ji wan jinek û 5 zarok, 9 sivîl li Hesekê, kesek li Reqayê û kesek jî li Helebê hatin kuştin.

SOHR`ê bang kir ku dosyaya kuştinên li ser sînor ji aliyê cendirmeyên Tirk ve, ji dadgehên navneteweyî yên taybet re were şandin da ku kujer werin cezakirin.

(bx)