Çalakvanên Sêmalkayê: Armanca PDK`ê ku xeta berxwedanê tune bike

Çalakiya konvedanê li deriyê Sêmalkayê di roja xwe ya 79`an de bi beşdarbûa endamên Desteya Darayî ya herêma Cizîrê didome.

Çalakvanên Sêmalkayê: Armanca PDK`ê ku xeta berxwedanê tune bike
22 kanûn, 2021   12:09
QAMIŞLO

Konê çalakiyê ji bo radestkirina cenazeyên şehîdan hatiye dayîn. Çalakvanan piştrast kir ku ew ê li hember siyasetên ferzkirina ambargoyê bi rêya girtina deriyên sînor ku PDK`ê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikar tîne, li ber xwe bidin.

PDK`ê red dike ku cenazeyê 5 gerîlayên ku di kemîna çekdarên PDK`ê di 28 – 29`ê Tebaxa borî de li herêma Xelîfanê şehîd bûne, tevî bangên Dayikên Aştiyê, saziyên civaka sivîl, rêxistinên hiqûqî, nivîsgehên karûbarên olan û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, radestî malbatên wan bike.

Îro di saetên sibê de endamên Desteya Darayî ya herêma Cizîrê berê xwe dan deriyê sînor ê Sêmalkayê da ku tev li konê çalakiyê bibin ku di 4`ê Cotmeha borî de ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ve hatiye dayîn.

Endamên desteyê li qada deriyê sînor kom û berê xwe dan deriyê Pêşxabûr. Endaman dirûşmeyên şermezarkirina xiyanetê û girtina deriyan berz kir.

Cîgirê Hevserokatiya Desteya Darayî ya herêma Cizîrê Ebdullah Hiso axivî û kiryarên PDK`ê li hember gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Hiso destnîşan kir ku armanca PDK`ê ku xeta berxwedanê tune bike, lê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu carî ji mafên xwe yên rewa gav paşde navêjin.

(bx)

ANHA