Di topbarana li ser Zirganê de du kes birîndar bûn- HATE NÛKIRIN

Ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Zirganê  de du kes birîndar bûn  û ziyanên mezin gihaştin malên welatiyan.

Di topbarana li ser Zirganê de du kes birîndar bûn- HATE NÛKIRIN
Di topbarana li ser Zirganê de du kes birîndar bûn- HATE NÛKIRIN
Di topbarana li ser Zirganê de du kes birîndar bûn- HATE NÛKIRIN
21 kanûn, 2021   16:24
HESEKÊ

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser gundê Til Werd ê dikeve bakurê bajarokê Zirganê  deEhmed Mihemed El-Faris (50) di lingê xwe yê çepê de û zaroka bi navê Hemda Faris birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneyên bajarê Hesekê.

Artêşa Tirk a dagirker  û çeteyên wê ji gundên Bab El-Xêr ê dagirkirî, gundên Mehremla, Til Emîr, Mezra, Til Werd û taxên rojavayê navenda bajarojê Zirganê û sûka wê bi dijwarî topbaran dikin. Ji ber topbaranê ziyanên mezin gihaştin malên welatiyan.

ANHA