Meclisa Kantona Kobanê civîna xwe ya salane bi dawî kir

Meclisa Kantona Kobanê civîna xwe ya salane ya plansaziyan bi dawî kir.

Meclisa Kantona Kobanê civîna xwe ya salane bi dawî kir
21 kanûn, 2021   13:40
KOBANÊ

Meclisa Kantona Kobanê ji bo nirxandina kar û xebatên sala 2021`an li hola Navenda Meclisa Lihevanînê ya Kobanê civîna xwe ya salane li dar xist. Bi dehan endamên rêveber ên saziyên kantonê di civînê de amade bûn.

Di destpêka civînê de hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îno axivî û îşaret bi armanca lidarxistina civînê kir da ku kar bi pêş bixin.

Piştre hevseroka Meclisa Kantona Kobanê Leyle Ehmed rapora siyasî, geşedanên siyasî yên li herêmê û rêxistinî xwend û tê de kar û xebatên meclisê yên sala 2021’an bi bîr xistin.

Beşdaran kar û xebatên meclisê yên sala 2021’an nirxandin û nêrînên xwe der barê wê de anîn ziman. Her wiha pêwîstiya aktîfkirina komînan û birêxistinkirina civakê destnîşan kirin.

Di dawiya civînê de gelek pêşniyar hatin pêşkêşkirin; hilbijartina endamên pirspor û bitecrube, avakirina navendên meclisên komînan û piştigiriya wan, aktîfkirina navendên çandiniyê yên bajarok û navçeyan, piştgiriya çandinî û sewalvaniyê û projeyên li gundewaran û pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê.

Ji bo çareserkirina pirsgirêkan û bicihanîna pêşniyaran, plansaziyek hat danîn ku dê serdanên ji komînan re zêde bibin û civîn ji wan re werin lidarxistin.

(şx)

ANHA