​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya li Kobanê bi dawî bû

Îro li Kobanê çalakiya konvedanê ya bi dirûşma "Dem dema azadiya rêber Ocalan e" bi dawî bû. Çalakî li Qada Şehîd Egîd li dar ket.

​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya li Kobanê bi dawî bû
​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya li Kobanê bi dawî bû
​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya li Kobanê bi dawî bû
​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya li Kobanê bi dawî bû
​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya li Kobanê bi dawî bû
​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya li Kobanê bi dawî bû
21 kanûn, 2021   13:43
KOBANÊ

Di roja dawîn a çalakiya konvedanê de ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan li dar ket, şandeyek ji navçeya Kobanê bi serkêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê, serdana konê çalakiyê kir.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Gêlo Elî di çalakiyê de komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û banga rakirina tecrîdê kir.

Gêlo Elî wiha axivî: "Tişta ku em îro ji bo Rêberê xwe dikin, li gorî tişta ku Rêbertî ji me re kiriye, kêm e. Wî jiyana xwe feda kir da ku em azad bijîn. Dem hatiye ku em dengê xwe bigihînin cîhanê û wijdanê mirovahiyê hişyar bikin û em ji dewletên komploger re bêjin bes e."

Di dawiyê de çalakvanan berê xwe da Qada Şehîd Egîd û govend gerand.

Konê çalakiyê di 19`ê Kanûnê de li Qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan hatibû danîn.

(bx)

ANHA