​​​​​​​Çalakvanên Sêmalkayê: Çalakiya me dê heta wergirtina cenazeyên şehîdan bidome

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ku nobedariyê di bin konê çalakiyê li deriyê Sêmalkayê de digirin, teqez kir ku ew ê çalakiya xwe bidomînin heta ku cenazeyên şehîdan werbigrin û dê li hember siyasetên ferzkirina ambargoyê bi rêya girtina deriyên sînor ku PDK`ê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikar tîne, li ber xwe bidin.

​​​​​​​Çalakvanên Sêmalkayê: Çalakiya me dê heta wergirtina cenazeyên şehîdan bidome
21 kanûn, 2021   13:19
QAMIŞLO

Çalakiya konvedanê ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê ve ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ji aliyê PKD`ê ve hatine şehîdxistin, hatibû lidarxistin di roja xwe ya 78`an de didome.

Îro şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê nobedariyê di bin konê çalakiyê de girt. Di bin konê çalakiyê de ji rêveberên Kongra Star a navçeya Dirbêsiyê Ebîr Hesen wiha axivî: "Armanca me ji çalakiya ku heme bêje du meh derbas kir; em cenazeyên şehîdên xwe wer bigirin. Li şûna wê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi girtina deriyê Pêşxabûr û El-Welîd re li hember şêniyan bersiva vê yekê da."

Ebîr Hesen bêdengiya navneteweyî û siyaseta ferzkirina ambargoyê ku PDK`ê li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya girtina deriyên sînor ferz dike şermezar kir û got: "Berxwedana şêniyan didome. Konê çalakiyê dê heta wergirtina cenazeyên şehîdan berdewam bike."

Ebîr Hesen hewldanên dezgehên çapemeniya PDK`ê ku çalakî bi zorê tê kirin şermezar kir û destnîşan kir ku israra çalakvanan tevî sermeê û baranê îdiyayên PDK`ê berovajî derxistin.

Hêzên PDK`ê di 19`ê Kanûnê de û piştî girtina deriyê Pêşxabûrê di 16`ê Kanûnê de, deriyê El-Welîd ê Başûrê Kurdistanê û nêzî deriyê Siwêdiyê yê herêma Koçerat a girêdayî navçeya Dêrikê jî girt.

(bx)

ANHA