Meclisa Qanûnsaz a Dêrazorê civîna xwe ya salane lidar xist

Meclisa Qanûnsaz a Dêrazorê civîna xwe ya salane lidar xist û xebatên meclisê yê îsal nirxand.

Meclisa Qanûnsaz a Dêrazorê civîna xwe ya salane lidar xist
21 kanûn, 2021   12:30
DÊRAZOR

Nûnerên Meclisa Qanûnsaz a Dêrazorê, şandeyek ji meclisa giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî civînê bûn.

Civîn ji aliyê hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a Dêrazorê Ziyab El-Cîlat û Ala El-Elî ve hate birêvebirin. Di civînê de rapora salane ya meclisê hate xwendin, rewşa siyasî ya Sûriyê hate nirxandin.

Her wiha derbarê mekanîzmeya xebatê meclisê û zehmetiyên ku rastî wan tên, nîqaş hate kirin.

Di civînê de hate piştrastkirin ku hilbijartinên ku di dema pêşde werin lidarxistin dê erkên Meclisa Qanûnsaz werin berfihrekirin.

(bx)

ANHA