​​​​​​​Çînê ceza li 4 berpirsên amerîkî ferz kir

Îro Çînê ragihand ceza li 4 endamên Komîteya Azadiya Olî ya Navneteweyî ya girêdayî hikûmeta Amerîkayê ferz kir û got ev jî bersiva ferzkirina cezayên li ser berpirsên çînê ye.

​​​​​​​Çînê ceza li 4 berpirsên amerîkî ferz kir
21 kanûn, 2021   12:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Çînê Zhao Lijian got, seroka komîteyê û 3 endamên li DYA`yê qedexe ye ku serdana bejahiya sereke ya Çînê, Hong Kong û Macau bikin.

Kesên ku ceza li wan hatine ferzkirin seroka komîteyê Nadine Mainza û cîgirên wê Nûrî Turkel û her du endam Anorima Bhargava û James Carr.

(bx)