Şêniyên Dêrikê şehîd Lezgîn oxir kir

Bi sedan şêniyên Dêrikê cenazeyê endamê TEV-DEM`ê Lezgîn Osman li goristana şehîd Xebat Dêrik oxir kir.

Şêniyên Dêrikê şehîd Lezgîn oxir kir
21 kanûn, 2021   12:10
QAMIŞLO

Şêniyên herêma Dirêk, Girkê Legê û Çilaxa li pêşiya nexweşxaneya şehîd Hogir kombûn û cenazeyên endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) şehîd Lezgîn Osman wergirt. Lezgîn Osman di 17`ê Kanûnê de li Hesekê ji ber vîrusa Koronayê şehîd bû.

Li goristanê merasîm bi bîranîna cangoriyên azadiyê destpê kir. Piştre, Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Dêrikê Wense Çawîş axivî û sersaxî da malbata şehîd.

Wensa wiha domand: "Şehîd Lezgîn ji bo parastina destkeftiyên şoreşa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê teredud kar kir. Alîkariya hemûyan dikir û piştgirî dida şervanên li eniyên şer."

Her wiha di merasîmê de kurê birayê şehîd, Reşîd Osman axivî û diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta pêkanîna serkeftinê wê rêya şehîdan bişopînin.

Di dawiyê de wesîqeya şehadeta şehîd hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de, di nava tilîliyên dayîkan de, cenazeyê şehîd hat veşartin.

(şx)

ANHA