Kesên bi hikumeta Şamê re li hev hatin, li dijî DAIŞ'ê dişînin çolistana Sûriyê

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku saziyên ewlehiyê yên girêdayî hikumeta Şamê zêdetirî hezar kesên ku li herêmên Dêrazorê, Meyadîn û El-Bûkemalê bi hikumetê re li hev hatin, di dewreyeke leşkerî ya 15 rojan re hatin derbaskirin da ku piştre li çolistana Dêrazorê şerê DAIŞ`ê bikin.

Kesên bi hikumeta Şamê re li hev hatin, li dijî DAIŞ'ê dişînin çolistana Sûriyê
21 kanûn, 2021   12:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mfên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku saziyên ewlehiyê yên girêdayî hêzên hikumeta Şamê zêdetirî hezar kesên li herêmên Dêrazorê, Meyadîn û El-Bûkemal ên ku bi hikumeta Şamê re li hev kirine, bang li wan kir ku tev li dewreya leşkerî bibin.

 Piştî bidawîbûna perwerdeya 15 rojan, dê di şerên li dijî DAIŞ`ê de li çolistana Dêrazorê cih bigirin.

(bx)