Li Tunisê paşguhkirina aboriyê dê Qeys Seîd bide şermê

Têkildarî xwestekên herêmî û navneteweyî yên ragihandina nexşerêya bidawîkirina krîza Tunisê, serokê Tunisê Qeys Seîd li gel krîza aborî ya li welat tenê nexşerêyek bi nûnertiya çareserkirina krîza Sûriyê pêşkêş kir.

Li Tunisê paşguhkirina aboriyê dê Qeys Seîd bide şermê
21 kanûn, 2021   08:16
NAVENDA NÛÇEYAN - ŞEYMA ELÎ

Tevgera Nehda dabû zanîn ku dê serokê Tunisê Qeys Seîd têkildarî tedbîrên beriya 5 mehan ji ber zext û rexneyên navneteweyî girtibûn, bi paş bikeve. Lê Seîd, tevgera Nehda li ser biryarên nû mîna taloqkirina parlamentoyê şoq kir.

Seîd ji Tîrmeha borî ve rûbirûyî zextên navneteweyî yên ji bo ragihandina nexşerêya qonaxa piştî tedbîrên awarte ye. Ji ber ku li hember wê metirsî hene ku Seîd desthilatê kontrol bike.

Piştî Seîd rastî gelek rexneyan hat, nexşerêya qonaxa bê ya li welat pêşkêş kir ku welat ji krîza wê derxe ku di Tîrmeha borî de gelek tedbîrên awarte girtin.

BERNAMEYEKE DEMKÎ

Seîd di 13’yê Kanûnê de li ser televîzyonê bernameyek demkî ya guhartina siyasî ku berê pêşniyar kiribû, ragihand. Ew jî nexşerê ye û naveroka wê cemidandina parlamentoyê heta hilbijartinên nû ye ku beriya Kanûna sala bê pêk nayên.

Seîd di xîtabeke xwe de ku televîzyona giştî weşandibû got: "Parlamento heta dîroka lidarxistina hilbijartinên nû wê taloq an jî cemidandî bimîne û eşkere kir ku dê li gorî qanûna hilbijartinan a nû 17’ê Kanûna 2022’yan hilbijartinên qanûnsaz li dar bikevin.”

Seîd destnîşan kir ku dê 25’ê Tîrmeha 2022’yan projeyên sererastkirina destûrê û hwd li ser referandomê werin pêşkêşkirin ku ew roj jî roja cejna komarê ye. Dê beriya referandomê şêwirên neteweyî yên elektronîk di destpêka Çileya 2022’yan de dest pê bikin û di 20’ê Adarê de bi dawî bibin. Dê komîteyek tevahî pêşniyaran heta dawiya Hezîranê bişopînin.

Qeys Seîd di 25’ê Tîrmehê de xebatên parlamentoyê taloq kiribûn, parêzbendî ji ser tevahî parlamenteran rakir û serokê hikumetê yê berê Hîşam El-Meşîşî ji erkê wî girt.

SEÎD BI TENA SERÊ XWE BIRYAR DAN

Têkildarî dema hilbijartinan, endamê Desteya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Tunisê Adil El-Birênsî ji dezgehên çapemeniyê yên herêmê re got, têkildarî referandoma li ser guhartina destûrê yan jî hilbijartinên qanûnê yên bê, ku dê di 17’ê Kanûna bê de li darkevin şêwira desteyê negirt.

El-Birênsî da zanîn ku şêwirên elektronîk ên ku Seîd ragihandine, ku rêbazekî referandomê ye, ne qanûnî ne. Divê nêrîneke giştî ya neteweyî têkildarî hilbijartinan hebe û divê bawerî bi encama sendoqan were.

Li ser vê yekê cîgirê serokê nivîsgeha siyasî ya Tevgera Nehda Belqasim Hesen ji kanala El-Memleke" ya Urdinê re got, biryara Seîd li dijî saziya qanûnsaz û parlamenteran e. Her wiha Hesen piştrast kir ku tedbîrên serokê Tunisê "Bê belgeyeke destûrî an jî qanûnî ye.”

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Nîzar El-Celîdî nexşerêya ku Qeys Seîd pêşkêş kiriye ji ajansa me re nirxand û wiha got: "Ev biryar di pêşî de biryarke demkî ye, ji ber ku nexşerê bi heta salekê didome û bi hilbijartinên qanûnsaz bi dawî dibe. Ji bo ku di vê demê de komîteyeke guhartina destûrê û komîteyeke şêwirê werin avakirin da ku pergalekeke nû ya hilbijartinan û komîteyeke guhartina pergala hikumetê amade bikin."

El-Celîdî wiha domand: "Dibe ku ev biryar ji bo bawerîdayîna hêzên derve be, ji ber ku Seîd tu aliyeke siyasî yan jî rêxistineke tunisî ya mezin beşdarî van biryaran nekir, lê dixwaze bi rêya planeke bimetod zêdetir welatiyan beşdar bike."

NAMEYA AMERÎKAYÊ DEMKÎ YE

Amerîka biryarên serokê Tunisê Qeys Seîd ên lidarxistina referandûma têkildarî sererastkirina destûrê û rêxistinkirina hilbijartinên zagonsaz ên Kanûna 2022`an silav kir.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê wiha ragihand: "Em biryara serokê Tunisê Qeys Seîd a diryarkirina rêgeha sererastkirina siyasî û hilbijartinên parlamantoyê silav dikin. Em hewldana sererastkirineke giştî dikin ku dengê tevahiya civaka sivîl digire nav xwe û pirbûna siyasî di ber çavan re derbas dike."

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Nîzar Celîdî got: "Nabe mirov xwe bispêre vê piştgiriyê û silavkirina amerîkî, ji ber ku nameya pêşwazîkirina Amerîkayê nameyeke demkî ye. Em nikarin bi tu awayî xwe bispêrin biryara Amerîkayê, ji ber ku li gorî daxwazan tê guhartin. Dibe ku ev agirebest an jî lihevkirin û ev silavkirin bi guhartina helwesta tunisiyan re were guhartin."

Di salvegera 11`emîn a şoreşa Tunisê de roja înê li kolana Hebîb Borqîbe ya Tunisê xwepêşandan li dar ketin û biryarên serok Qeys Seîd ên dawî red kirin, her wiha li herêmeke din jî xwepêşandanên piştgiriya serok li dar ketin.

Serokê Tunisê beriya demekê ji vê mehê ragihand ku dê dîroka pîrozkirina şoreşa 2011`an li şûna 14`ê Çileyê bibe 17`ê Kanûnê, ji ber ku dîroka berê ya pîrozkirinê ne guncaw e.

Têkildarî bandora xwepêşandanên şermezarkirina biryarên Seîd, Celîdî wiha got: "Xwepêşandanên redkirina biryarên serok Qeys Seîd ji aliyê Îxwan El-Misilmîn û tugaya Xamis ve ku hatin lidarxistin bi ser neketin.

ALOZIYA ABORÎ SEÎD TENGAV DIKE

Serokê Tunisê Qeys Seîd di axaftina xwe de behsa parçekirina aborî nekiriye nexasim ku Tunis ji aliyê aborî û civakî ve di rewşeke krîtîk de ye, ev jî hat rexnekirin, ji ber ku serok derbarê qonaxa bê de pêşniyarên aborî nekirine.

Di xîtaba Seîd de behsa qada aborî nehatiye kirin û têkildarî vê yekê kesên kar û barên Tunisê dişopînin pirsa asta sûdwergirtina gelê Tunisê ji van biryarên ku Qeys Seîd ragihandine, kirin. Bi gotineke din gelo ev biryar dikevin xizmeta gelê Tunisê yan na?

Celîdî wiha bi dawî kir: "Biyar niha nayên nirxandin bê ka gelo xizmeta gel dike yan na, biryarên yekane ku gelê tunisî li bendê ne û dibe ku bikeve xizmeta wan, bidawîkirina gendeliyê ye, a din jî biryarên bicesaret ên aborî ne da kirîza aborî were çareserkirin. Ev yek dibe ku di rojên bê de serok Qey Seîd tengav bike."

(fr-eh)

ANHA