Li gundewarên Til Temir mayînek bi erebeyekê de teqiya

Îro li nêzî gundê Til Fîda yê başûrê navçeya Til Temir a kantona Hesekê mayînek bi erebeyeke sivîl de teqiya, di encamê de ciwanek birîndar bûn.

Li gundewarên Til Temir mayînek bi erebeyekê de teqiya
21 kanûn, 2021   09:28
HESEKÊ

Nûçegihanê me ragihand li nêzî gundê Til Fîda yê başûrê bajarê Til Temir li ser rêya Hesekê mayînek bi erebeyekê de teqiya û encama wê de ciwana bi navê Necwa Abdulhemîd El-Nasir (24) birîndar bû.

Necwa El-Nasir ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a navçeya Til Temirê. Her wiha zirar gihaşt erebeyê jî.

(bx)

ANHA