​​​​​​​Encamên hedefgirtina Zirganê ji aliyê dewleta Tirk ve... bi dîmen

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê roja yekşemê gundên Dawûdiyê, Bab El-Xêr û taxên bajarokê Zirgan kiribûn hedef. Di dîmenan de ku ji aliyê ajansa me ve hatine kişandin, encamên êrişan diyar dibin.

​​​​​​​Encamên hedefgirtina Zirganê ji aliyê dewleta Tirk ve... bi dîmen
21 kanûn, 2021   08:55
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê roja yekşema borî gundên Dawûdiyê, Bab El-Xêr, taxên rojava yên bajarokê Zirgan ê kantona Hesekê kirin hedef û gulebaran kirin.

Li gorî nûçegihanê me belge kir ku di encama hedefgirtinê de zirar gihaşt mal û milkên welatiyan û di dîmenan de encamên hedefgirtina taxên sivîlan eşkere dibin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên li ser herêmên cuda yên Sûriyê didomînin. Kantona Şehba, Minbic, Kobanê, Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê dike hedef, her wiha bi rêya balafirên bêmirov êrişî hin herêm û bajarên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

(bx)

ANHA