Rojnameyên erebî: Li başûrê Sûriyê xwepêşandan li dar ketin

Rojnameyên erebî têkildarî rewşa li başûrê Sûriyê, kar û barên Etiyopya û Tunisê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Li başûrê Sûriyê xwepêşandan li dar ketin
Rojnameyên erebî: Li başûrê Sûriyê xwepêşandan li dar ketin
Rojnameyên erebî: Li başûrê Sûriyê xwepêşandan li dar ketin
21 kanûn, 2021   08:45
NAVENDA NÛÇEYAN

‘PIŞTÎ GIRTINA CIWANEKÎ LI SIWEYDAYÊ XWPÊŞANDAN LI DAR KETIN’

Têkildarî rojeva Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsand: “Duh li başûrê Sûriyê li bajarê Siweydayê piştî ku hikumeta Şamê ciwanek girt, li Siweydayê xwepêndanan dest pê kir.

Her wiha çekdarên xwecih û hêzên hikumeta Şamê li derdora çerxerêyên El-Basil û El-Meleb bi hev ketin. Li gorî agahiyan di encamê de ciwanek bi navê Wefîq Ulebî ku komên çekdar bi rê ve dibirin, hat kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûn ku hemû ji bajarokê Şehbayê ne. Her wiha endamekî hêzên hikumeta Şamê jî birîndar bû.

Li parêzgeha Siweydayê ku piraniya pêkhateyên wê durzî ne, çek di nava şêniyan de pir belav in. Gelek komên çekdar ên xwecih û komên diziyê hene ku hikumeta Şamê wan paşguh dike. Li gorî çavkaniyên ji Siweydayê, qaçaxan rewşa hewayê bi kar anî û tevgerên xwe li ser sînorên Sûriye-Urdinê zêde kirin. Di encamê de leşkerên Urdinê yên li ser sînor mudaxele kir û şer rû da.

Her wiha çalakvanan bi bîr xist ku helîkopterên Urdinê sînorên Sûriyê derbas kirin û hinek dever li Sûriyê bombebaran kirin û piştre vegerîn.”

‘ENIYA TÎGRAY JI EFER Û EMHERE VEKIŞÎ’

Der barê kar û barên Etiyopyayê de rojnameya El-Itîhad a Îmaratê wiha nivisî: “Berdevkê Eniya Rizgariya Tîgrayê Gîtaşo Rida ragihand ku serhildêrên Tîgrayê ji Emhere û Eferê vekişîn da ku rê li pêşiya alîkariyên mirovî vebe.

Her wiha serokê Eniya Rizgariya Tîgrayê Debresyon Cebir Mîkaîl ku piraniya herêma Tîgrayê kontrol dike, li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Em di wê baweriyê de ne ku gavên me yên vekişînê dê rê li pêşiya aştiyê vekin.”

Cebir Mîkaîl bang li NY`yê kir ku li Tîgrayê qedexeya firîna balafiran ragihîne, çekan li ser Etiyopya û Erîtreyê qedexe bike, mekanîzmayekê ava bike da ku piştrast bibe ku hêzên derve ji Tîgrayê vekişîne.”

‘LI TUNISÊ RAGEŞIYA TÊKILDARÎ PERGALA SIYASÎ’

Girêdayî rewşa Tunisê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Li Tunisê di çend saetên derbasbûyî de, têkildarî pergala siyasî ya ku tê payîn Komîteya Sazkirina Pêşniyarên Reformên Siyasî amade bike, rageşiyek heye.

Ev rageşî piştî daxuyaniyên endamên payebilind ên hemleya hilbijartinê ya serok Qeys Seîd derket ku dê pergala ji xwecihî ber bi navendî ve di pêvajoya bê de esas bigire.

Hêz û partiyên siyasî yên Tunisê ev pergal hîna qebûl nekiriye ku dê hebûna wan bi dawî bike. Her wiha gelek rêxistin û sendîkayan û Yekitiya Giştî ya Xebitandinê ya Tunisê ev pergal red kir.”

(şx)