Civîna 17`an a Astanayê dest pê kir

Îro li paytexta Kazaxistanê civîna 17`an a Astanayê ya têkildarî rewşa Sûriyê li dar dikeve. Tê payîn civîn 2 rojan bidome. Li aliyekî din nûnerê serokê Rûsyayê yê ji bo Sûriyê piştrast kir ku dewleta Tirk heta niha sozên xwe neanîne cih.

Civîna 17`an a Astanayê dest pê kir
21 kanûn, 2021   08:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyên Îran, Rûsya, dewleta Tirk û Neteweyên Yekbûyî (NY) tevî şandeya hikumeta Şamê bi serokatiya cîgirê wezîrê karên derve Eymen Sosan û şandeya çeteyên dewleta Tirk, tev li civînê bûn.

Nûnerê serokê Rûsyayê yê ji bo Sûriyê Aleksander Lavrentiev di civîneke çapemeniyê de ku li Nûr Sultanê li dar ketiye, got: “Dewleta Tirk heta niha sozên xwe neanîn cih.”

Lavrentiev diyar kir ku ew ji ber zêdebûna tevgerên rêxistinên terorîst, di nav de çeteyên DAIŞ`ê, li Sûriyê bi fikar in. Her wiha diyar kir ku ne dûr e civîna 7`an a Komîteya Destûrê di Çileya 2022`yan de li dar bikeve.

Ji destpêka gerên Astanayê ve gelê Sûriyê tu sûd jê negirtiye. Lê belê wan civînan alîkariya hikumeta Şamê kir ku gelek herêman kontrol bike. Her wiha çekdarên opozîsyonê kirin çete ku ji bo Tirkiyê li Lîbya, Qerebax û gelek herêmên din şer bikin.

(şx)