​​​​​​​Daîreya Têkiliyên Derve şandeyeke sûdanî pêşwazî kir

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser şandeyek sûdanî bi serkêşiya berpirsê balyozxaneya Sûdanê ya Şamê Tariq Abdullah, pêşwazî kir.

​​​​​​​Daîreya Têkiliyên Derve şandeyeke sûdanî pêşwazî kir
20 kanûn, 2021   13:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şande li bajarê Qamişlo ji aliyê cîgirê hevserokatiya daîreyê Fener El-Giêt û endama Desteya Rêveber Sena Deha ve hate pêşwazîkirin.

Şandeya sûdanî bi serkêşiya berpirsê kar û barên balyozxaneya Sûdanê ya Şamê Tariq Abdullah, şêwirmendê balyozxaneyê Îmadedîn Ehmed û gerîndeyê balyozxaneyê pêk dihat.

Di hevdîtinê de nîqaş der barê dozên siyasî, aborî û bi taybet rola erebî di çareserkirina aloziya Sûriyê de, hatin kirin.

Her wiha rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê cîgirê hevserokatiyê Fener El-Giêt ve hate nirxandin û wiha got: "Armanc ji projeya Rêveberiya Xweser yekitiya Sûriyê û gelê wê ye. Gefan li ewlehî û aramiya dewletên derdorê naxe. Ew nimûne ye da ku bibe çareseriya avakirina Sûriyeke nû ya demokratîk û nemerkezî wek welatekî ji hemû gelê Sûriyê re bi hemû pêkhateyên wê. Bi berdêlên mezin piraniya rûbera Sûriyê ji terorê hate rizgarkirin û hemû pêkhateyan destek da ku teror were tunekirin û aramiya herêmê peyda bibe."

Têkildarî rola Ereban di çareserkirina aloziya Sûriyê de El-Giêt wiha axivî: "Em bi hêvî ne ku xebatên ji aliyê dewletên Ereban ve têne kirin ku destekê bide çareserkirina aloziya Sûriyê re berovajî rola hin dewletên herêmî wekî Tirkiye û Îranê ku roleke neynî dilîzîn û aloziya Sûriyê kûrtir dikin."

Girêdayî rewşa kampên Hol û Rojê jî El-Giêt îşaret bi mayîna zarok û jinan di wan kampan de kir ku li ser firkên terorê têne perwrdekirin û ev yek destekê dide DAIŞ`ê ku ji nû ve xwe bi rêxistin bike û wiha pê de çû: "Girîng e ku civaka navneteweyî erkên xwe yên mirovî li hember welatiyên xwe pêk bîne, destekê bide Rêveberiya Xweser da ku rewşa kamp û girtîgehan baş bike û navendên perwerdekirinê ava bike da ku sînor ji terorê were danîn û aştî û aramî li herêmê pêk were."

Di hevdîtinê de her du aliyan rewşa mirovî, dosyaya koçber û penaberan nîqaş kirin.

(bx)

ANHA