Birayê şehîd Serdem Cûdî li Sêmalkayê banga radestkirina cenazeyên şehîdan kir

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê serdana çalakiya li Sêmalkayê kir. Di serdanê de birayê şehîd Serdem Cûdî Newaz Îbrahîm axivî û got divê PDK cenazeyên şehîdan demildest bide.

Birayê şehîd Serdem Cûdî li Sêmalkayê banga radestkirina cenazeyên şehîdan kir
20 kanûn, 2021   12:17
QAMISLO

Çalakiya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ji aliyê PDK'ê ve hatine şehîdkirin, li deriyê sînor ê Sêmalkayê di roja xwe ya 77’an de dewam dike.

Çalakî îro ji aliyê endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê ve hate ziyaretkirin.

Di konê çalakiyê de birayê şehîd Serdem Cûdî (Yûsûf Îbrahîm) ku yek ji wan gerîlayan bû ku di 28'ê Tebaxê de li Xelîfanê di kemîna hêzên PDK'ê de hatibû şehîdkirin, Newaz Îbrahîm axivî.

Newaz Îbrahîm wiha got: "Em şehîdên xwe dixwazin. Heke em cenazeyên xwe wernegirin, dê kula şehîdên me heta hetayê di dilê me de bimîne. Şehîd Serdem birayê me yê herî biçûk bû. Ez û birayên xwe, hemû malbata me, roj nîn e ku hêstiran nebarînin."  

Newaz Îbrahîm destnîşan kir ku heke cenazeyên şehîdan werin dayîn dê geşedanên baş ji bo Rojava û Başûr çêbin û di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew bi şehadeta birayê xwe serbilind in.

Piştî axaftinê çalakvan û ziyaretvanan dirûşmeyên "Şehîd namirin" berz kirin.

ANHA