​​​​​​​Li Viyanayê bîranîna komkujiya Roboskiyê

Kurdistaniyên li Viyanayê ji bo şermezarkirina komkujiya Roboskiyê ku di encama wê de 34 Kurd şehîd bpbûn, çalakiyek li dar xist.

​​​​​​​Li Viyanayê bîranîna komkujiya Roboskiyê
20 kanûn, 2021   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çanda Kurdî ya Viyanayê şevê din çalakiyek li dar xist. Kurdistanî û dostên wan tev li çalakiyê bûn.

Çalakî ji bo şermezarkirina komkujiya ku dewleta Tirk li dijî 34 Kurdên ji gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê, hat lidarxistin.

Balafirên şer ên dewleta Tirk di 28`ê Kanûna 2011`an de karwanekî kolberan li ser sînorê Tirkiye-Iraqê li gundê Roboskî bombebaran kiribû û di encama wê de 34 sivîl şehîd bûbûn.

(bx)