Çalakiya konvedanê ya li Kobanê didome

Bi dirûşma “Dem dema azadiya Serok e” çalakiya konvedanê ya li Qada Şehîd Egîd a Kobanê didome.

Çalakiya konvedanê ya li Kobanê didome
20 kanûn, 2021   11:18
KOBANÊ

Di roja duyemîn a çalakiyê de 2 şandeyan serdana çalakiyê kir; yek ji navçeya Sirînê û ya din ji navçeya Qenayê.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Tevgera Jinên Ciwan a herêma Firatê bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan rêzeçalakiyan li dar dixin ku çalakiya konvedanê ya li Kobanê yek ji wan e.

Çalakî dê sibe bi dawî bibe.

Rojane ji saet 10:00`an heta 15:00`an meclisên navçe û şaredariyên girêdayî kantona Kobanê serdana konê çalakiyê dikin da ku piştgiriya çalakvanan bikin.

Tê payîn ku sibe şandeyeke navçeya Kobanê serdana çalakiyê bike.

(şx)

ANHA