QSD’ê îdiayên dewleta Tirk derewandin

QSD’ê destnîşan kir îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker ên têkildarî şehîdkirina 11 şervanên wan, derew in.

QSD’ê îdiayên dewleta Tirk derewandin
20 kanûn, 2021   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker de li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku ew îdia derew in. Navendê wiha diyar kir:

“Îdiayên Wezareta Berevaniyê ya dewleta  Tirk a dagirker ku roja 18’ê Kanûnê 7 û roja 20’ê Kanûnê jî 4 şervanên me hatine şehîdxistin, ne rast e. Tu tevgera hêzên me li herêmên navborî tune ye. Îdiayên bi vî şeklî di çarçoveya şerê taybet de tên kirin.”