DAIŞ’ê êrişî zeviyên petrolê yên li başûrê Dêrazorê kir

Çeteyên DAIŞ`ê duh bi şev nuqteyên komên girêdayî hikumeta Şamê yên li derdora zeviyên petrolê yên El-Xirata ên li başûrê rojavayê Dêrazorê kirin hedef. Di encamê de 12 endamên wan koman birîndar bûn.

DAIŞ’ê êrişî zeviyên petrolê yên li başûrê Dêrazorê kir
20 kanûn, 2021   11:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) duh bi şev çeteyên DAIŞ`ê nuqteyên komên El-Qatircî û Dîfa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê li derdora zeviyên petrolê yên Xirata yên li başûrê rojavayê Dêrazorê, kirin hedef.

Di encama êrişê de 12 endamên komên El-Qatircî û Dîfa El-Wetenî birîndar bûn. Piştî ku sewqiyatên din ên hêzên hikumeta Şamê gihaştin herêmê û balafirên şer mudaxele kir, wan koman endamên xwe yên birîndar ji nuqteyên hedefgirtî derxistin.

(şx)