​​​​​​​Wezîrê karên hundir ê dewleta Tirk çû Ezazê

Wezîrê karên hundir ê dewleta Tirk a dagirker Suleyman Soylu çû herêma Ezazê ya dagirkirî, bi bazirgan û pîşesazan re civiya da ku talankirina berhêmên herêmên dagirkirî bidomîne û bi vê yekê ji li hember krîza aborî hewldanekê bike.

​​​​​​​Wezîrê karên hundir ê dewleta Tirk çû Ezazê
20 kanûn, 2021   10:34
FÎRAS ÎBRAHÎM – ŞEHBA

Di nava 10 salên aloziya Sûriyê de, dewleta Tirk bi rêya bazirganên Tirk ên alîgirên malbata Erdogan, kargehên li piraniya herêmên Sûriyê dizîn û talan kirin.

Li gorî gelek raporên çapemeniyê ku destê kesên nêzî Erdogan di dizîna kargehên bajarê Helebê de heye û ew veguhastin bajarê Dîlokê.

Dewleta Tirk ji dizîna kargehan têr nebû û berê xwe da revandina karker û pisporên di wan kargehan de. Piştî nebaşbûna rewa jiyanî li Sûriyê ji ber aloziya li welêt, dewleta Tirk deriyê koçberiyê li pêşiya wan vekir da ku di kargehên Sûriyê yên hatine dizîn de li Tirkiyê bixebitin.

Dewleta Tirk tevliheviya li Sûriyê bi kar anî û destek da komên çete yên sûrî û biyanî da ku binesaziya Sûriyê, nexasim a Helebê, hilweşînin.

Duh wezîrê karê hundir ê dewleta Tirk Suleyman Soylu çû herêma Ezazê ya girkirî ya li bakurê Helebê û bi pîşesaz û bazirganên herêmê re civiya. Diyar e ku ev hewldaneke dewelata Tirk e ku bi rêya berdewamkirina talankirina herêmên dagirkirî, aloziya ku tê re derbas dibe sivik bike.

‘DIZÊ HELEBÊ’

Serokê Yekitiya Odeyên Pêşesaziyê ya Sûriyê Faris El-Şihabî nameyek ji Wezareta Karên Derve ya Sûriyê re şandibû û tê de xwestibû ku doza dizîna kargehên Helebê di platformên NY`yê de cih bigire û diyar kiribû ku dizî bi awayekî rojane di kargehên Sûriyê de çêdibe û xelkê Helebê serokkomarê Tirkiyê Erdogan wek “dizê Helebê” bi nav dike.

Rojnameya El-Nehar El-Erebî jî raporek weşandibû û tê de diyar kir ku destê hin berpirsên Tirk di dizîna bajarên pîşesazî yên Sûriyê de heye. Di rapora bi navê "Bombeya nû li hember Erdogan" de hate gotin ku hevjînê rojnamevaneke navdar a Tirk berpirsê dizîna kargehên Helebê yên pîşesazî ye.  

Her wiha El-Nehar El-Erebî destnîşan kir ku dizîna bajarê El-Şêx Necar li Helebê, kargehên din û binesaziya Bakur Sûriyê di bin çavdêriya şîrketa ‘Ozvardar’ a Tirk de hat kirin û xwediyê wê jî karsazê Tirk ê nêzî Erdogan, Murat Ozvardar e.

(bx)

ANHA