Rojnameyên erebî: Captagona Şamê dîsa bû rojeva Kongreya Amerîkayê

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî bazirganiya hikumeta Şamê ya hebên Captagon, rewşa nirxê lîreyê Tirk û rewşa Sûdanê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Captagona Şamê dîsa bû rojeva Kongreya Amerîkayê
Rojnameyên erebî: Captagona Şamê dîsa bû rojeva Kongreya Amerîkayê
Rojnameyên erebî: Captagona Şamê dîsa bû rojeva Kongreya Amerîkayê
20 kanûn, 2021   09:20
NAVENDA NÛÇEYAN

‘CAPTAGONA ŞAMÊ’ VEDIGERE KONGREYA AMERÎKAYÊ’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Piştî ku ​​ji budçeya Wezareta Parastinê ya DYA`yê ya sala 2022`yan de ket, careke din doza bazirganiya hebên Captagon li Sûriyê, vedigere Kongreya amerîkî.

Endamê Kongreyê French Hill ê ji Partiya Komarparêz û Brendan Boyle ê ji Partiya Demokrat projeya nû ji Kongreyê re pêşkêş kir û tê de ji rêveberiya Amerîkayê xwest ku stratejiya hevbeş di wekaletên federal de bi pêş bixe da ku çêkirina madeyên hişbir li Sûriyê û bazirganiya wan, her wiha toreyên girêdayî rejîma Beşar El-Esed hilweşîne.

Ev yek piştî ku doza Captagon gihaşt astên herî bilind li Washingtonê, pêk hat. Piraniya her du partiyan der barê qanûnê de deng dan, lê dema meclisê peymana nû ya projeya qanûna parastinê derxist û hate diyarkirin ku bi awayekî ne zelal hatiye rakirin.

Gelek çavdêran got rêveberiya serok Biden girîngî nedaye vê dozê.”

‘JI BER DAKETINA NIRXÊ LÎRE, TIRK DERMANAN NABÎNIN’

Rojnameya El-Ereb behsa bandora aloziya aborî ya Tirkiyê kir û got: "Binketina lîreya Tirk zirar da dermanên ku li welat têne çêkirin. Ji ber wê jî aloziyên welatiyan ên tenduristî ji ber ku derman di dermanxaneyan de peyda nabin, zêde bûn.

Ji beriya hefteyekê ve bi hezeran Tirk li dermanxaneyan digerin da ku dermanên ji ber binketina lîreya Tirk di sûkan de peyda nabin, bibînin."

‘XWEPÊŞANDÊRÊN SÛDANÊ BI SER KOŞKA SEROKATIYÊ DE GIRT’

Têkildarî rewşa Sûdanê rojnameya El-Beyan ev tişt got: "Xwepêşandêrên sûdanî bi dîwarê koşka serokatiyê ve hilkişiyan û ji ber wê jî hêzên ewlehiyê di êvara salvegera sêyemîn a xwepêşandanan de ku ji ber wê serokê berê Umer El-Beşîr bi bin ket, gazên rondikrêj û bombeyên deng avêtin xwepêşandêran.”

(bx)