Li herêmên dagirkirî aloziya jiyanî

Buhayê 1 bermîlek ji mazotê li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê hatine dagirkirin gihaşt ji 400 – 500 hezar lîreyên sûrî.

Li herêmên dagirkirî aloziya jiyanî
19 kanûn, 2021   09:54
HESEKÊ

Çavkaniyekî ji bajarê Serêkaniyê yê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê vê ji Cotmeha 2019`an ve hatiye dagirkirin, piştrast kir ku rewşên jiyanî li herêmên wan roj bi roj zehmetir dibe û hatine zivistan jî aloziya jiyanî kûrtir dike.

Çavkaniyê ku nexwest navê wî were eşkerekirin bi rêya telefonê pêwendî bi ajansa me re kir wiha got: "Buhayê 1 bermîl mazot ji bo germkirinê gihaşt 400 hezar lîreyên sûrî û zêdetir, her wiha di navendên belavkirina sotemeniyê de mazot peyda nabe."

Çavkanî diyar kir ku buhayên bilind barê wan zêde dike û dibe sedem ku ew berê xwe bidin gundan da ku şaxên daran kom bikin û li şûna madeya mazotê ji bo germkirinê bikar bînin.

Li herêmên ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Sûriyê hatine dagirkirin aloziyeke aborî pir mezin heye.

(bx)

ANHA