Piştî deriyê Pêşxabûrê, PDK`ê deriyê El-Welîd jî girt

Hêzên PDK`ê îro di saetên sibê de deriyê El-Welîd ê girêdayî Başûrê Kurdistanê û li hemberî deriyê Siwêdiyê yê herêma Koçeran a girêdayî Dêrikê ye, girt

Piştî deriyê Pêşxabûrê, PDK`ê deriyê El-Welîd jî girt
Piştî deriyê Pêşxabûrê, PDK`ê deriyê El-Welîd jî girt
Piştî deriyê Pêşxabûrê, PDK`ê deriyê El-Welîd jî girt
Piştî deriyê Pêşxabûrê, PDK`ê deriyê El-Welîd jî girt
Piştî deriyê Pêşxabûrê, PDK`ê deriyê El-Welîd jî girt
Piştî deriyê Pêşxabûrê, PDK`ê deriyê El-Welîd jî girt
Piştî deriyê Pêşxabûrê, PDK`ê deriyê El-Welîd jî girt
Piştî deriyê Pêşxabûrê, PDK`ê deriyê El-Welîd jî girt
Piştî deriyê Pêşxabûrê, PDK`ê deriyê El-Welîd jî girt
19 kanûn, 2021   10:12
QAMIŞLO

Rêveberên deriyê Sêmalka eşkere kir ku berpirsên PDK`ê biryar dan ku deriyê El-Welîd ê bazirganiyê yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de were girtin û derfetê nedin tu madeyan ku bi rêya derî derbasî Rojava bibe.

Nûçegihanê me bi dîmen û wêne girtina deriyê El-Welîd ê li beramberî gundê Siwêdiyê yê girêdayî herêma Koçerat a navçeya Dêrikê, belge kir.

Deriyê El-Welîd 35 km dûrî deriyê sînor ê Sêmalkayê ye û rêveberiya deriyê Pêşxabûr ê girêdayî PDK`ê rêveberiya deriyê El-Welîd dike.

Deriyê El-Welîd beriya 4 salan hate vekirinda ku madeyên lêkirinê weke çemento û hesin derbas bibe.

PDK`ê roja pênşema borî jî deriyê Pêşxabûr girtibû.

Tê payîn ku îro rêveberiya deriyê Sêmalkayê di saet 13:00`an de daxuyaniyekê di vê çarçoveyê de bide.

(bx)

ANHA